Li Efrîna dagirkirî 3 jin ji aliyê çeteyan ve hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 jinên ji navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî revandin û ber bi ciheke ne diyar ve birin.

Li Efrîna dagirkirî 3 jin ji aliyê çeteyan ve hatin revandin
7 tîrmeh, 2022   10:09
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Mabeta ragihand ku çeteyên “Mihemed El-Fatih” 3 jinên Kurd ên ji şêniyên gundê Misteşûr ê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî revandin. Navên jinên hatine revandin wiha ne: “Ruqeye Mistefa, Hêvîn Hemîd Eltono û Henîfe Îbrahîm”

 Jinên hatine revandin ber bi cihekî ne diyar ve hatin birin û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, dgirkeriya Tirk û çeteyên wê di meha Hezîrana borî de yek ji wan jin, 45 welatî revandin, her wiha zêdetirî 900 dar birîn.

(dm)

ANHA