​​​​​​​AfD`yê li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê banga girtina tedbîrên tund kir

Ji partiyên muxalefeta Elmanyayê Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) a rastgir-populîst bi sernavê "Aştî û azadiyê biparêzin - Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Bakurê Iraqê û Bakurê Sûriyeyê şermezar bikin" serlêdanek kir.

​​​​​​​AfD`yê li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê banga girtina tedbîrên tund kir
7 tîrmeh, 2022   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Di serlêdanê de hate bibîrxistin, dewleta Tirk di 18'ê Nîsana 2022'an de bi çekên giran, balafirên şer û helîkopteran hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike û wiha hate gotin:

"Lê belê ji bo ev dagirkerî li gorî hiqûqa navneteweyî bû şert û mercên pêwîst bi cih nehatiye anîn. Ne hikumeta Iraqê Tirkiye vexwend xaka xwe, ne jî êrîşek li ser Tirkiyeyê heye ku xala 51'emîn a Neteweyên Yekbûyî ya li ser mafê 'parastina rewa' dide pêş. Bêguman ev ne êrîşa destpêkê ya Tirkiyeyê ye ku bi binpêkirina peymanên navneteweyî re êrîşa dagirkeriyê dibe ser herêma Kurdan a li bakurê Iraqê."

'RAYA GIŞTÎ YA ELMAN Û ÇAPEMENIYA WÊ LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BÊDENG E'

AfD'ê diyar kir ku di salên 2018 û 2019'an de dewleta Tirk kete nava xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev dagirkerî ji aliylê Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal ve bi rengekî eşkere weke 'binpêkirina hiqûqa navneteweyî' hatiye pênasekirin. AfD'ê işaret bi gefên nû yên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên ji bo dagirkeriyê kir.

AfD'ê destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê gelek caran ketiye rojeva Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê, lê belê ti biryareke şênber a pêkanînan nehatiye wergirtin û işaret bi polîtîkayên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser Rojhilata Navîn kir.

AfD ragihand ku raya giştî û çapemeniya Elman jî li hemberî êrişên Tirkiyeyê xwe bêdeng dikin û ji bo dawî li dagirkeriyê bê anîn ji Meclîsa Federal xwest ku zextê li Hikumeta Federal a bi serokwezîrtiya Olof Scholz bike.

'DIVÊ PÊKANÎN BÊ FERZKIRIN'

Di serlêdana Koma AfD'ê ya li Meclîsa Federal de bi van du xalan daxwaz hate kirin:

"1- Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bakurê Iraqê divê bi rengê herî tund bên şermezarkirin, ku ev êrîş bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî têne kirin.

2- Li hemberî kesên ku biryara êrîşê dane û piştgiriya êrîşê dike, divê bi hevkarên Ewropî re biryara pêkanînê bê dayin."

Ev serlêdana AfD'ê tê payin ku sibe bigihêje Komîsyona Têkiliyên Derve ya Meclîsa Federal û beriya betlaneya havînê di rûniştineke parlamentê de bê nîqaşkirin.