Hêzên Cebhet El-Ekrad nasnameya şehîdekî eşkere kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Cebhet El-Ekrad nasnameya şehîdekî xwe ku li bajarokê Erîma yê Babê yê dagirkirî şehîd bûbû, eşkere kir û got ew ê heta ewlehî û aştî li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger dibe, li ser şopa şehîdan bin.

Hêzên Cebhet El-Ekrad nasnameya şehîdekî eşkere kir
7 tîrmeh, 2022   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Cebhet El-Ekrad daxuyaniyek da û nasnameya şervanekî xwe eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hevrê Ehmed Mistefa Dawûd ku endamekî hêzên me yê Lîwa Şoreşgerên Idlibê ya girêdayî Cebhet El-Ekrad li bajarokê Erîma gihaşt asta şehadetê. Dema şervanê me li ser erka xwe ya parastina xak û welatê xwe bû, di 6’ê Tîrmehê şehîd bû.

Navê tevgerî: Ebû Fewaz

Nav û paşnav: Ehmed Dawûd

Navê bav: Mistefa

Navê dayikê: Wetif

Cih û dîroja jidayikbûnê: Idlib, 1999

Cih û dîroka tevlêbûnê: Erîma, 2019

Cih û dîroka şehadetê: Erîma, 06.07.2022

Em Hêzên Cebhet El-Ekrad û Lîwa Şoreşgerên Idlibê sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin û bejna xwe li hember fedakariyên şehîdên me ku canê xwe di oxira parastina welat û gelê xwe de daye, ditewînin.

Em ê heta ewlehî û aştî li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were, li ser rêça şehîdan bin."

)fr(