​​​​​​​Brett McGurk ji bo serdana Biden li Erebistana Siûdî ye

Ji bo girtina tedbîrên serdana serokê DYA’yê Jeo Biden ji Erebistana Siûdî re ku dê di 15’ê Tîrmehê de pêk bê, koordînatorê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî ya Rojhilata Navîn Brett McGurk li Erebistana Siûdî ye.

​​​​​​​Brett McGurk ji bo serdana Biden li Erebistana Siûdî ye
7 tîrmeh, 2022   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Axios a amerîkî li ser mijarê da zanîn ku serdana serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Jeo Biden ku dê ji nû ve têkiliyên bi Erebistana Siûdî re bi rêxistin bike, wek hestiyariya dîplomatîk û siyasî lê tê dîtin. Wê Biden bi mîrzayê Erebistana Siûdî mîr Mihemed Bin Selman re bicive.

Lê ji bo tedbîrên dawîn ên serdanê ku dê 15’ê Tîrmehê li dar bikeve, koordînatorê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî ya Rojhilata Navîn Brett McGurk li Erebistana Siûdî ye.

Piştî serdana Îsraîl û Xezayê, Biden dê bi balafirê yekser ji Til Avîvê berê xwe bide Cîdeyê.

Di serdana de, Biden dê bi serokên Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn, Kiwêt, Qeter, Uman, Misir, Urdin û Iraqê re bicive. Li keleka wê jî dê Biden bi rêveberên siûdî re civîneke dualî li dar bixe, dê di civînê de li ser sererastkirina têkiliyan, pêdiviya DYA’yê bi zêdekirina derxistina petrola Erebistana Siûdî û gavên normalîzakirina têkiliyên Erebistana Siûdî û Îsraîlê werin nîqaşkirin.

(fr)