Rûsya tev li civîna G20`an dibe

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê gihaşt girava Balî ya Endonezyayê da ku tev li civîna G20`an bibe. Tê payîn ev civîn ji ber encamên liv û tevgera leşkerî yên Rûsyayê yên li Ukraynayê ne baş derbas bibe.

Rûsya tev li civîna G20`an dibe
7 tîrmeh, 2022   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li girava Balî ya Endonezyayê civîna G20`an a wezîrên karên derve li dar dikeve. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê tev li civînê bibe û tê payîn ji ber şerê Rûsya-Ukraynayê encam negire. Wezîra karên derve ya Almanyayê Annalena Birbock beriya ku bigihêje Baliyê, got: "Di demekê de ku Rûsya li hemberî Ukraynayê şer dike, divê civîna G20`an wekî platformekê bi kar neyne."

Annalena Birbock her wiha got: "Ji berjewendiyên me hemûyan e ku rêzê ji qanûnên navneteweyî re bigirin û pabend bin, ji ber ku ev xala hevbeş di navbera me de ye."

Civîn dê heta sibe dewam bike û ji bo hevdîtina yekser a Lavrov û hin rexnegirên Rûsyayê derfetek be.

Ajansa Tas a Rûsyayê diyar kir ku piştî civînê dê Lavrov li Baliyê bi hempîşeyên xwe yên G20`an re bicive, lê Annalina Birbock û hempîşeyê wê yê amerîkî Anthony Blinken hevdîtina bi Lavrov re bi dûr xist.

G20 ji gelek dewletên rojava pêk tê, wê Moskov bi pêkanîna "sûcên şer" li Ukraynayê tawanbar kirin, her wiha Çîn, Endonezya, Hindistan û Afrîkaya Başûr der barê tevgera Rûsyayê ya li Ukraynayê de bê deng man.

Di civînê de dê pirsgirêka enerjiyê û debarê were nîqaşkirin. Rûsya bi mezinkirina krîza xwarinê ya cîhanê tê tawanbarkirin.

(eh)