​​​​​​​Li Efrînê di bîrekê de cenazeyê welatiyekî hat dîtin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand piştî ku di 5`ê Tîrmehê de winda bûbû, cenazeyê welatiyekî ji şêniyên gundê Maratê yê Efrînê di bîreke avê de hatiyee dîtin.

​​​​​​​Li Efrînê di bîrekê de cenazeyê welatiyekî hat dîtin
7 tîrmeh, 2022   08:37
ŞEHBA

Li gorî rêxistinê, çarşemê (6'ê Tîrmehê) cenazeyê welatiyê Kurd ê bi navê Ebdurehmen Îso (50) yê bi “Ebdo Bozo” tê naskirin ku ji gundê Maratê yê girêdayî Efrîna dagirkirî ye, di bîreke avê de hat dîtin .

Rêxistinê li ser malpera xwe ya Fecabookê ragihand ku welatiyê bi navê Ebdurehmen di 5'ê Tîrmehê de dema ku pezê xwe diçêrand, winda bûbû, piştre cenazeyê wî di bîreke avê de ku kîlometreyekî dûrî gund e, hate dîtin.

Heta niha têkildarî detayên bûyerê tu agahî bi dest neketine.

(dm)