Li Hesekê û Dêrazorê karesateke mirovî dibe biqewime

Li gorî nîşaneyên asta ava bendava başûrê Hesekê, ku gihîştiye nêzîkî sêyeka asta sereke, hişyarî dide ku nêzîk maye karesteke mirovî li Hesekê û Dêrazorê pêk were. Ji ber di encamê de bi hezaran donim êdî nayên çandin, gelek masî mirin û beravên çemê, bûne çavkaniyên nexweşiyan.

Li Hesekê û Dêrazorê karesateke mirovî dibe biqewime
Li Hesekê û Dêrazorê karesateke mirovî dibe biqewime
Li Hesekê û Dêrazorê karesateke mirovî dibe biqewime
Li Hesekê û Dêrazorê karesateke mirovî dibe biqewime
Li Hesekê û Dêrazorê karesateke mirovî dibe biqewime
Li Hesekê û Dêrazorê karesateke mirovî dibe biqewime
Li Hesekê û Dêrazorê karesateke mirovî dibe biqewime
Li Hesekê û Dêrazorê karesateke mirovî dibe biqewime
Li Hesekê û Dêrazorê karesateke mirovî dibe biqewime
Li Hesekê û Dêrazorê karesateke mirovî dibe biqewime
5 tîrmeh, 2022   06:18
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Kêmbûna asta ava gola bendava başûrê Hesekê, karesateke mirovî mezin li ser niştecihên herêmên başûrê kantona Hesekê û heta gundewarên bakurê Dêrezorê, nîşan dide. Ava bendavê bi awayekî mezin kêm bûye. Li gorî Gerînendeyê Çavkaniyên Avê yê Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê, rêjeya avê ji 605 metrekab,  tenê 120 metrekab maye.

Derketina goristanan li beravên rojavayê golê, li ser rêya gola kevin li hember gundê Kerama, ku ji ber ava gola bendavê di bin avê de mabû, kêmbûna rêjeya wê nîşan dide.

Kêmbûna mezin di rêjeya ava gola bendava başûr de di serî de, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava Çemê Xabûr ku ji buhara 2013`an ve kêm kiriye. Her wiha ji ber ziwabûn, guhertina avhewayê û kêmbûna barîna baranê li herêmê.

Dirêjahiya Çemê Xabûr ji jêdera wê heta herêmê digihêje 312 kîlometreyan. Li aliyê rojhilat derbasî Sûriyê dibe, di navçeyên Serêkaniyê û Til Temirê re derbas dibe û bi çemê Ceqceq re dibe yek li çemê Firatê bi dawî dibe, piştî ku li paş bendava başûrê Hesekê li nêzî bajarokê Erîşe yê başûrê Hesekê dibe gol.

BIKARANÎNA AVÊ WEK ÇEKEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker di şerê li dijî gelê Sûriyê de avê wek çekekê bikar tîne da ku ajandeyên xwe li welêt pêk bîne. Para Sûriyê ji ava çemê Firatê kêm kir, ava Çemê Xabûr ku di gola bendava başûrê Hesekê de kom dibû, qut kir. Ev yek jî jiyana şêniyên herêmên başûr ên ku di jiyana xwe

Welatiyê bi navê Hisên El-Elî ku di gola başûrê Hesekê de nêçîriyê dike û cotkarekî ji navçeya Erîşa ye wiha axivî: "Rêjeya avê bi awayekî mezin, kêm bûye. Ev jî dibe sedem ku bi hezeran masî bimrin. Tevgera nêçîrê di hundirê golê de bi awayekî mezin kêm bûye. Ev jî gefan li çavkaniya bi sedan nêçîvranên herêmê dixwe. Ji aliyekî din ve jî dibe sedem ku masîvanî tune bibe piştî ku bi hezeran masî mirin û rêjeya ava golê bi awayekî zêde kêm bûye.”

Hisên Elî-Elî wiha domand: "Kêmbûna rêjeya avê dê tenê bandorê li nêçîrvan û masîvaniyê neke lê belê dê bandorê li cotkaran jî bike. Bi hezeran cotkarên li ser dergûşa Çemê Xabûrê, ji başûrê navçeya Erîşa heta bajarokê Besîra yê rojhilatê Dêrazorê, dê ji avê bêpar bimînin. Her wiha bandora wê li ser sewaldariya li herêmê jî heye."

El-Elî hişyarî ji encamên kêmbûna ava gola bendavê, berdewamkirina dewleta Tirk di qutkirina ava Çemê Xabûr de ji ser xaka Sûriyê da û got karesateke mirovî dibe biqewime ku heger qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, dewam bike.

BI HEZERAN DONIM ÊDÎ NAYÊN ÇANDIN

Gerînendeyê Çavkaniyên Avê yê Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê Ebdurehman Siwêlih destnîşan kir ku êdî gelek zevî nayên çandin, ew jî ji ber rawestandina projeyên avdanê li ser dergûşa Çemê Xabûr ji Erîşa û heta navçeya Mergede, her wiha beşek ji herêmên bakurê Dêrazorê jî.

Hisên El-Elî got: “Ji ber kêmbûna avê zêdetirî 200 hezar donim nema tê çandin, ji ber em nikarin ava golê ya mayî bi kar bînin. Ji ber ku heke ava golê zuha bibe yan jî rêjeya wê ji vê bêtir kê bibe, dê di encamê de bendena bendavê çal çê bibin.”

BELAVBÛNA NEXWEŞIYAN

Ebdurehman Siwêlih, nêçîrvan û cotkarên herêmê ji kareseteke mirovî li herêmê hişyar kir, ji ber ku kêmbûna avê gefeke rast li ser çandinî û sewaldariyê çêdike û ev her du jî bingeha sereke ya aboriya herêmê û jiyana şêniyên wê ye.

Ji ber qutkirina ava Çemê Xabûr nexweşiya laşmaniya li ser beravên wê belav bûye. Ew dever bûye cihê belavbûna meşa qumê li gundewarên bakur rojavayê kantona Hesekê ye.

Dewleta Tirk a dagirker ava Çemê Firatê ji ser axa Sûriyê qut dike. Bi vê yekê peymana ku di sala 1987`an de di navbera Şam, Enqere û Bexdayê de hatiye îmzekirin binpê dike ku divê 500 metrekab di her saniyekê de bighêje Sûriyê û Iraqê,.

Li gorî çavdêrên rewşa mirovî û pisporên zanistên çavkaniyên avê, bajarên Sûriyê mîna "Heleb, Reqa, Tebqa, Dêrezor, El-bû Kemal û Hesekê" û heta bajarên Iraqê, bêguman dê bi karesateke mirovî re rûbirû bimînin heger dewleta Tirk qutkirina avê bidomîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker di destpêka sala borî de ava stasyona Elok a Serêkaniyê ya dagirkirî wekî çekekê li dijî gelê Sûriyê li bajarê Hesekê bikar anî û bi vê yekê nêzî  milyonek welatiyên kantona Hesekê ji ava vexwarinê bê par man.

ANHA