‎‎"Pêşxistina prensîpa xweparastinê" mijara girîng a akademiyên leşkerî yên YPJ'ê ye

Akademiyên leşkerî roleke mezin di avakirina kesayeta şervan û pêşxistina prensîpa ‎xweprastinê li cem wan de dilîzin. Şervaneke YPJ'ê ku perwerdeyê li Akademiya Şehîd JÎNDA ya ‎Hesekê dibîne diyar kir ku ew bi îradeya xwe bawer in û amade ne li hember dijmin bisekinin.‎

‎‎"Pêşxistina prensîpa xweparastinê" mijara girîng a akademiyên leşkerî yên YPJ'ê ye
5 tîrmeh, 2022   05:54
HESEKÊ - HENAR IBRAHÎM

Şervanên YPJ li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê hêza jinan a yekemîn e ku xwe dispêre ‎bingeha xweparastinê û xwe wiha didin nasîn: "Eger hêza cîhanê tevahî bi me re be em êriş ‎kesî nekin, eger hêza cîhanê tevahî li dijî me be em ê li gor prensîpa parastina rewa tev bigerin."‎

Bi destpêka şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'yan, têkoşîna jinan derbasî qonaxeke nû bû, piştî salên ‎dirêj ji zordarî, paşguhkirin û zilmê ew tev li çalakî û saziyên rêveberiya herêmê bûn û girîngî ‎dan prensîpa xweparastinê. Bi avabûna YPG'ê di 2012'an de jî, ew bi fermî tev li wan hêzan bûn.‎

Jina Kurd di serîhildana li dijî kevneşopiyên çewt û paşverû yên civakê de her tim li pêş bû û çek li ‎hember komên terorîst rakirin û bûn sembola jina qehreman û fedakar ji bo tevahiya jinên ‎pêkhateyên din.‎

Şervanên YPJ'ê waneyên fikrî di akademiyên leşkerî de distînin. Bi wê yek akademî li seranserî ‎Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûn, her wiha şervanên YPG'ê jî heman perwerdeyan ‎dibînin.‎

‎'PÊŞXISTINA ASTÊN ŞERVANAN JI BO SEKNA LI HEMBER DIJMIN'‎

Şervana YPJ'ê Berxwedan Jiyan a ku ji nêzî 9 salan ve tev li YPJ'ê bûye, der barê girîngiya ‎perwerdeyê de axivî û got: "Perwerdeyên fikrî û leşkerî asta amadebûna me ji bo ku em li ‎hember dijmin bisekinin û planên wê yên dagirkeriyê têk bibin, bilind dikin."‎

Berxwedan Jiyan wiha domand: "Jina ku bê armanc be nikare demeke dirêj di van ‎perwerdeyan de li ber xwe bide, ji ber ku em li vir dersan li ser destpêka jiyana mirovahiyê li ‎ser erdê, pêşketina fikrê wî, avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê û berdewambûna vê tevgerê ‎ya bi saya fikrê rêber Ocalan, distînin."‎

Berxwedan Jiyan sedema tevlêbûna xwe anî ziman û got: "Ez bi fikrê rêber Ocalan bandor bûm. Ji ber rêber Ocalan girîngiyeke mezin da jinan û mafên wan, her wiha girîngî da damezrandina hêzeke taybet bi jinan."

Her wiha Berxwedan Jiyan der barê êrişên dagirkeriya Tirk de axivî û ev tişt got: "Armanca ‎dewleta Tirk a dagirker ji wan êrişên bênavber ew e ku îradeya gelan têk bibe û me lewaz bike. ‎Divê gelên herêmê bibin yek, gava em bi yek bin em ê dijmin têk bibin."‎

Berxwedan Jiyan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew şervanên YPJ'ê bi ‎misogeriya serkeftinê û têkbirina dagirkeriya Tirk wek çawa wan çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ‎têk birin, bawer in.‎

Şervana YPJ'ê Berxwedan Jiyan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku fikrê xwe ‎pêş bixin û nasnameya xwe nas bikin û ji bo parastina gelê xwe û herêmê tev li YPJ'ê bibin.‎

‎'DI PERWERDEYÊ DE ŞERVAN XWE NAS DIKIN'

‎

Girêdayî mijarê, endama rêveber a Akademiya Şehîd JÎNDA, Dilbirîn Kobanê diyar kir ku ‎şervanên jin ên seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di akademiyê de perwerdê distînin, û got: ‎‎"Hemû kesên ku tev li perwerdeyê bûne nasnameya xwe ya rasteqîn nas dikin û piştî salên ‎paşguhkirin û zordestiyê êdî dîroka xwe nas dikin."‎

Dilbirîn Kobanê wiha domand: "Di dawiya perwerdê de û piştî naskirina dîrok û rola xwe, ‎baweriya şervanan bi xwe xurttir dibe, her wiha ew bi îrade û hêzeke mezin derdiçin û ‎hevaltiyên xurt di navbera hev de ava dikin, ji bo di demên zehmet de ji hev re bibin piştgir."‎

Endama rêveber Dilbirîn Kobanê wiha axaftina xwe domand: "Gava ew dîroka Kurdistanê û jinê ‎nas dikin êdî dibin xwedî asoyên fireh û coşeke ji bo berxwedanê li cem wan çêdibe, nîşana vê ‎yekê jî sekna wan a di eniyên şer ên pêş de li kêleka YPG'ê ye. Ez bang li hemû jinan dikim ku ‎bibin xwedî îrade û hêz û tev li YPJ'ê bibin."‎

Her wiha Dilbirîn Kobanê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku ji kevneşopiyên ‎paşverû yên civakê dûr kevin û ji bo rizgarkirina xwe tê bikoşin. Jin dikare bandorê di hemû ‎aliyên jiyanê de bike.‎

‎(mh)‎

ANHA