​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-7-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-7-2022`YAN
4 tîrmeh, 2022   23:00

Kurtedîroka têkoşînê ya kesayeta şoreşger Zekî Pirsûs ji bo pêxşstina qada tenduristiyê li Kurdistanê, bi taybet di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de li Rojava, îro bi rêya xwendekarên wî berdewam e ku vîna xwe ya rastîn ji şehîd Zekî Pirsûs wergirtine da ku hemû zehemtiyan derbas bikin û armanca wî pêk bînin.(BI WÊNE)

 Yek ji komkujiyên mezin a fermana 2014’an li gundê Qinê yê Şengalê çêbû, niha 6 gorên komî lê ne. Fawaz Sefîl Emo û Êzdîn Emîn Hisên, şahidên komkujiyê ne ku ji nav bi hezaran guleyan, di bin cenazeyên bi dehan kesan de xwe ji gora komî rizgar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Girkê Legê teqez kir ku serkeftina gerîla serkeftina gelê Kurdistanê ye her wiha îşaret bi girîngiya bilindkirina têkoşînê û destekdayîna ji berxwedanê re kir da ku êrişên qirkirinên ku dewleta Tirk li diî gelan pêk tîne, têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Akademiyên leşkerî roleke mezin di avakirina kesayeta şervanan û pêşxistina prensîpa xweparastinê li cem wan de dilîze. Şervaneke YPJ'ê ku perwerdeyê li Akademiya Şehîd Jînda ya Hesekê dibîne diyar kir ku ew bi îradeya xwe bawer in û amade ne li hember dijmin bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi gurbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyê re, îsrara şêniyên herêmê ya ji bo meşandina şerê gel ê şoreşgerî li dijî dagirkeriya Tirk zêdetir dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ferîd Etê diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûnên ku mafên zarokan diparêzin, nûjen in sînorekî ji zext û zehmetiyên rastî zarokan tên, datîne. Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî qanûnên navneteweyî yên taybet bi mafên zarokan, tev digere. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Têkoşîna Li Dijî Sûcên birêxistinkirî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku bazirganên narkotîkê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rasterast peywendiyên wan bi MIT a Tirk re heye. Li ser vê bang li welatiyan kir ku bi wan re alîkar bin û rê li pêşiya xeteriya narkotîkê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Meclisa Sûriya Demokratîk, ji rûspî, siyasetmedar û kesayetên leşkerî û şêniyên Minbicê re civînek bi navnîşan Gefên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandora wê li ser çareseriya siyasî civînek li xwaringeha Erebî li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenobya şaxê Tebqayê li Goristana Şehîdên Tebqayê têkildarî şehîdxistina têkoşer Mizgîn daxuyaniyek dide saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê ji bo îmzekirina pirtûka Stêrkên rû liken a taybet bi pêşbirga Zarok nivîskarê pêşerojê ye şahiyek saet 11:00`an li dar dixe. Di heman çarçoveyê de, desteyê şahiyek li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li Rimêlan saet di 18:00`an de li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Çandê ya kantona Hesekê navendeke taybet li Kampa Waşûkanî vedike saet 19:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JINA

Komîteya Şaredariyan û Hewîrdorê ya kantona hesekê, têkildarî kar û xebatên şaredariyên navçeya Dirbêsiyê û plansaziya wê li navenda navçeyê daxuyanî dide saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gorî nîşaneyên asta ava bendava başûrê Hesekê, ku gihîştiye nêzîkî sêyeka asta sereke, hişyarî dide ku nêzîk maye karesteke mirovî li Hesekê û Dêrazorê pêk were. Ji ber di encamê de bi hezaran donim êdî nayên çandin, gelek masî mirin û beravên çemê, bûne çavkaniyên nexweşiyan.

Komîteya Çandiniyê û Cotkaran a kantona Şehbayê ruxmî gefan û topbaranê dest bi çinîna hilberînên biharê kir di nav de kartol (petat) û amadekariyên çandina berhemên payîzê dike.

ANHA