Ruxmî ambargo û êrişan jî cotkarên Şehbayê berhemên xwe berhev dikin

Komîteya Çandiniyê û cotkarên kantona Şehbayê ruxmî hikumeta Şamê ambargo li ser herêmê ferz kiriye û artêşa Tirk a dagirker bê navber êriş dike, lê dîsa jî berhemên xwe berhev dikin û erdê cot dikin da ku sebzeyên payîzê jî deynin.

Ruxmî ambargo û êrişan jî cotkarên Şehbayê berhemên xwe berhev dikin
5 tîrmeh, 2022   07:39
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Kantona Şehbayê bi erd û ava xwe tê naskirin, lewma berhemên wekî kartol, pîvaz, sîr û piraniya sebzeyên avî ji herêmên din pirtir lê têne çandin.

Ji sedî 70 ji cotkarên kantonê demsalên biharê û payîzê kartol û sebzeyên avî, genim û ceh diçînin.

Di van rojan de cotkarên kantona Şehbayê dest bi berhevkirina kartolan kiriye ku beriya 3 mehan di rewşeke zehmet de çandibûn. Her wiha dest bi cotkirina erd kirin da ku sebzeyên demsala payîzê jî biçînin.

Têkildarî mijarê hevseroka Komîteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê Efîfe Kalo got: "Cotkarên herêma Efrînê dest bi berhevkirina sebzeyên xwe kirin.” 

Li gorî Efîfe Kalo da zanîn cotkaran û Komîteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê 500 hektar çandiye û ev rûber jî ji sala par ku 700 hektar bû. Sedema vê yekê jî ew e ku ji ber ambargoya li ser kantonê madeyên pêwîst ên çandiniyê tune ne, wekî mazot, semad, tov.

'JI BER AMBARGOYÊ LI KANTONA ŞEHBAYÊ REWŞA DEBARÊ BAŞ NABE'

Hikumeta Şamê bi rêya "bendên xwe yên kontrolê" yên di navbera bajarê Heleb û kantona Şehbayê de ambargo ferz kiriye û tenê dema welatî pereyekî zêde bidin dihêle madeyên sereke mîna mazot, derman û xwarin derbasî kantonê bibin.

Efîfe Kalo got: "Ne ji îro ve hikumeta Şamê ambargo li ser kantonê daye ferz kirin, lê belê ji dema gelê Efrînê beriya 5 salan koçberî kantona Şehbayê bûye bi dorpêça hikumetê re rû bi rû ne, ger destûrê bide jî li hemberî wê pereyekî zêde dixwaze."

Efîfe Kalo anî ziman ku armanca Komîteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê ew e ku li herêmê rewşa debarê baş bibe û li ser vê yekê divê hewcedariyên sereke werin dabînkirin, ji wan mazot, tov û semad. Lê jî ji ber ambargoya li ser herêmê ji vê projeyê re bû kelem û astengî. Mînak; bermîla mazotê îro bûye bi milyonekî û kîsê semadê jî bûye sed hezarî.

PROJEYÊN DEMA PÊŞ

Têkildarî projeyên dema pêş ên Komîteya Çandiniyê, Efîfe Kalo ev agahî dan: "Piştî berhevkirina van berheman em ê sebzeyên demsala payîzê biçînin û em ê zêdetirî 40 hektar kartol deynin, her wiha 10 hektar garis û sebzeyên din jî ji vê rûberê kêmtir dê werin çandin.

Di heman demê de der barê peydakirina madeyên ji bo çandiniyê pêwîst in ji wan mazot û semad, plansaziyekê destnîşan bikin da ku li herêmê rewşa debarê baş bibe."

(eh)

ANHA