Li Derayê hevkarekî saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê hat kuştin

Li bajarokê Mehcebe yê gundewarê rojhilatê Derayê, hevkarekî  saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Li Derayê hevkarekî saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê hat kuştin
2 tîrmeh, 2022   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li bajarokê Mehcebe yê rojhilatê Derayê kesên nesnas gule li hemwelatiyekî reşand, di encamê de hate kuştin.

Li gorî şêniyên bajarokê, hemwelatî beriya niha polîsekî hikumeta Şamê û hevkarê saziyên "ewlehiyê yên bi ser hikumetê ve" bû.

Li gorî SOHR`ê, ji destpêka Çileyê ve 278 êriş pêk hatine, di encamê de 233 kes hatine kuştin ji wan 116 sivîl in, du jin û 5 zarok in û 95 leşkerên girêdayî hikumeta Şamê û hevkarên bi saziyên ewlehiyê re û leşkerên projeya "lihevkirinê" erê kirine. Li aliyekî din jî 11 leşkerên berê ev proje erê kiribûn û tev li aliyên leşkerî nebûbûn, serçeteyekî berê yê DAIŞ`ê, 7 kesên nenas, 3 leşkerên Feyleq El-Xamis û çekdarên bi ser Rûsya ve ne.

Li bajarê Derayê ruxmî hikumeta Şamê ji Îlona par ve projeya "lihevkirinê" lê dide meşandin, lê dîsa jî bê ewlehî heye.

(eh)