Ciwanên Girkê Legê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kir

Ciwanên TEV-DEM li navçeya Girkê Legê bi erebeyan li navçeyê geriyan, êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Ciwanên Girkê Legê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kir
2 tîrmeh, 2022   11:10
QAMIŞLO

Di çarçoveya seferberiya giştî ya li dijî qirkirin û xiyanetê de û bi dirûşmeya "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê'', ciwanên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo, bi erebeyan geriyan.

Karwanê erebeyan ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Girkê Legê dest bi gerê kir û bi kolanên navçe û bajarokê Rimêlan ve çûn. Ciwanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên TEV-DEM rakirin.

Li Qada Şehîd Xebat endamê rêveber ê ciwanên TEV-DEM Hogir Elî axivî û îşaret bi têkoşîn û berxwedana gerîla ya li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bi hevbeşiya PDK`ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dide meşandin, kir.

Hogir Elî êrişên artêşa Tirk a dagirker şermezar kir û got: "Li dijî van êrişan divê em bi çalakiyên cuda piştgiriya gerîla bikin, ji ber ku dagirkeriya Tirk ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc û sedema vê jî binketina wê ya leşkerî ye."

Çalakî bi sloganên "Bijî berxwedana gerîla, na ji dagirkeriyê re û na ji xiyanetê re" bi dawî bû.

(eh)

ANHA