Li baregeheke Pasdarên Îranê teqînên li pey hev

Hate ragihandin ku di baregeheke Pasdarên Îranê ya li rojhilatê Tehranê de teqînên li pey hev çêbûn.

Li baregeheke Pasdarên Îranê teqînên li pey hev
2 tîrmeh, 2022   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Kenala Pasdarên Îranê ya Telegramê diyar kir ku vê berbangê dengê çend teqînan li baregehê Malik El-Eşter a rojhilatê Tehranê hat bihîstin.

Kenalê da zanîn ku dîmenê têkildarî teqînê ku hatine weşandin, rast in.

Her wiha ragihand ku heta niha asta zirarên ji ber teqînê di baregehê de çêbûne, nizanin.

Kenala DR Tv a Telegramê ya girêdayî muxalefeta Îranê ragihand ku ku teqîn di baregeha Malik Eşter a Pasdarên Îranê ya li rojhilatê Tehranê de çêbûn.

(dm)