Ji bo piştgiriya berxwedana gerîla gel li Hesekê daket qadan

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê daketin qadan û destnîşan kirin ku ew ê li kêleka QSD’ê li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin.

Ji bo piştgiriya berxwedana gerîla gel li Hesekê daket qadan
Ji bo piştgiriya berxwedana gerîla gel li Hesekê daket qadan
Ji bo piştgiriya berxwedana gerîla gel li Hesekê daket qadan
Ji bo piştgiriya berxwedana gerîla gel li Hesekê daket qadan
29 hezîran, 2022   18:50
HESEKÊ

Îro bi hezaran şêniyên kantona Hesekê bi dirûşma “Bi îradeya gelan û gerîla em ê dagirkeriya Tirk têk bibin” bi armanca piştgiriya berxwedana gerîla li çiyayê Kurdistanê daketin qadan.

Di çalakiyê de endama rêveber a Kongra Star a kantona Hesekê Lîlav Hisên axivî: “Di şexsê şehîd Zîlan, Sema, şehîdên Helincê û şehîd Ferhad em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin.”

Lîlav Hisên her wiha anî ziman ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re, herêm di qonaxeke girîng re derbas dibe û teqezî bi hevgirtina gelên herêmê kir.

Piştre endamê Meclisa Rûspiyan a kantona Hesekê Macid El-Erak daxuyaniyek bi navê meclisê xwend. Daxuyanî wiha ye:

 “Em wek Meclisa Rûspiyan a Hesekê û nûnerên civakên xwecih bi hemû ol, netewe û çandên xwe gefxwarinên dagirkeriya Tirk ên nû bi tundî şermezar dikin, her wiha em êrişên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal, Wargeha Mexmûrê, Zap û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin.

Em ê li kêleka QSD’ê bin ku di salên borî de li hember terorîstan û talankeran şer kirine.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku xwedî li sozên xwe yên der barê parastina herêmê de derkevin û zextê li dagirkeriya Tirk bikin da ku herdu peymanên agirbestê yên 2019’an bi sponseriya navneteweyî hatine îmzekirin, pêk bîne.

Em bang dikin ku qedexekirina firîna balafiran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were ragihandin, ji bo parastina bi mîlyonan sivîlan ji êrişên hewayî yên dagirkeriya Tirk.”

Di dawiyê de girseya gel berxwedana gerîla silav kirin.

(mh)

ANHA