Li Dohayê DYA û Îranê li hev civiyan

Qasidê Amerîkayê Robert Malley û muzakerekarê Îranê Alî Bagerî, li paytexta Qatarê Doha hevdîtineke neyekser pêk anî. Li gor Îranê di gotûbêjên li ser nukleerê de li hev kirina bi Îranê re mimkûn e.

Li Dohayê DYA û Îranê li hev civiyan
29 hezîran, 2022   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN 

Qasidê Amerîkayê û muzakerkarê Îranê, bi navbeynkariya Yekitiya Ewropayê li Dohayê dest bi hevdîtinê kir. Armanca bi hevdîtinan destpêkirina gotûbêjên li ser danûstandinên nukleerê ye.

Li gor ajansa nûçeyan Îrna’yê, dema çûyîna Tirkmenistanê Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan li ser mijarê gotiye heke Amerîka ji dil be lihevkirin mimkûn e û ew li ser lihevkirinê ji dil in ji xetên xwe yên sor ên di çarçoveya gotûbêjên li Tehranê danîne de jî tu tawîz nadin.

Nîsana 2021’an gotûbêjên li Viyenayê yên di navbera Îran û Rûsya, DYA, Çîn, Fransa, Brîtanya û Almanyayê de dest pê bûbûn, ji meha Adarê ve heta niha sekinîbûn.

Gotûbêj bi armanca xistina nav peymana sala 2015’an a DYA’yê ya cardin tên kirin. DYA, bi biryara Donald Trump, sala 2018‘an bi yek alî xwe ji peymanê dabû alî û cardin dest bi danekirinên li ser Îranê kiribû. Îranê ji bo dayîna bersiva vê biryarê, hêdî bi hêdî teahudên xwe hiştibûn ji bo demeke din.

Rêvebiriya Joe Biden got heke Tehran li teahudên dane vegere ew ê DYA cardin tev li peymanê bibe, Îran jî daxwaza rakirina danekirinan dike.

Berdevkê hikûmeta Îranê Alî Bahadûrî Cahrûmî di daxuyaniya roja çarşemê de wiha got: “DYA dev ji rêbaza ne li gor hiqûqî ya navneteweyî ya Trump ber bide, bi îzna Xwedê em hêvî dikin ku li hev bikin.“