Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ji rûspiyên eşîran re civînek li dar xist

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê îro li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo, bi rûspiyên eşîr û rewşenbîran re civiya û fikrê rêber Ocalan da nasîn.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ji rûspiyên eşîran re civînek li dar xist
26 hezîran, 2022   11:43
QAMIŞLO

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê bi beşdariya hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, îro li Navenda Rûspiyên Eşîran a li bajarê Dêrikê ji rûspiyên eşîran, rewşenbîr û Komîteyên Lihevanînê re civînek orgenîze kir û tê de fikrê rêber Ocalan da nasîn.

Endamê Însiyatîfê Ferzende Munzur wiha axivî: "Du armancên me ji hemleyê hene, pênasekirina fikr û felsefeya rêber Ocalan û lidarxistina çalakiyên bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e, bi beşdariya welatparêz, rûspî, demokratîkxwaz û hemû beşên civakê."

Ferzende Munzur diyar kir ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya azadiya Kurdistanê û çareserkirina doza Rojhilata Navîn e û wiha dewam kir: "Lewma divê em tê bikoşin û zextê li rêxistinên mafên mirovan û raya giştî bikin, da ku tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bikin, ji ber ku rêbertî banga avakirina civaka polîtîk, exlaqî û ekolojî dike."

(eh)

ANHA