Partiya Sûriya Pêşerojê li Tirbespiyê nivîsgeheke xwe vekir

Partiya Sûriya Pêşerojê îro li navçeya Tirbespiyê bi beşdariya bi dehan endamên partiyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên navçeyê, nivîsgeha xwe vekir.

Partiya Sûriya Pêşerojê li Tirbespiyê nivîsgeheke xwe vekir
26 hezîran, 2022   11:02
QAMIŞLO

Partiya Sûriya Pêşerojê di çarçoveya berfirehkirina xebatên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, îro li Tirbespiyê ya kantona Qamişlo nivîsgeheke xwe vekir. Bi dehan rêveber û endamên partiyê û dayika Sekretêra Giştî ya berê ya partiyê şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên navçeyê û Nivîsgeha Jinên Êzidî ya Herêma Cizîrê tev li merasîma vekirina nivîsgehê bûn.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa deriyê nivîsgehê vekir. Piştre serokê meclisa partiyê şaxê Kantona Qamişlo Mihemed El-Dexîl axivî û bi xêrhatina mêvanan kir. El-Dexîl got: "Bi armanca ku em kar û xebata xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bikin, me ev nivîsgeh vekir. Ev jî bi saya fedekariyên bi hezaran şehîdan ku herêm bi ewle kirin, pêk hat."

El-Dexîl anî ziman ku dê bi saya van berdêlan, Sûriyeke demokratîk û pirrengî ava bikin ku her kes tê de li gorî maf, erk û berpirsyariyên xwe bijî.

Yadê Sûad Mistefa jî vekirina vê nivîsgehê li hemû pêkhateyên Tirbespiyê pîroz kir û got: "Şehîd Omer Elûş, Hevrîn û şehîd Ferhad Şiblî stûnên vê partiyê ne, ji ber ku erka avakirina civakeke hevgirtî girtin ser milên xwe."

Sûad hêviya serkeftinê ji kar û xebatê Partiya Sûriya Pêşerojê re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

(eh)

ANHA