Li herêma Firatê çalakiyên curbecur ên rêxistinên jinan

Ji bo balkişandina ser girîngiya jinûve bikaranîna tiştan, Weqfa Jina Azad û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê rêzeçalakî li dar xistin.

Li herêma Firatê çalakiyên curbecur ên rêxistinên jinan
26 hezîran, 2022   11:48
KOBANÊ

Li navenda Weqfa Jina Azad a Kobanê bi beşdariya bi dehan jinên Kobanê pêşangeha Karê Destan hate vekirin. Di pêşangehê de tabloyên hunerî û destekdarî hatin pêşandan. Armanc ji pêşangehê ew e ku tiştên hatine bikaranîn jinûve jê sûd bê girtin û tiştên hunerî werin çêkirin.

Berpirsa pêşangehê Rîm Ehmed têkildarî mijarê got: "Em hewl dide sûdê ji her tişt bigirin. Ji ber wê armanca me ji vê pêşangehê ew e ku ji civakê re îsbat bikin ku her tiştê di jiyanê de sûd jê tê girtin. Li şûna tiştên hatine bikaranîn biavêjin, em ê ji wan tabloyên hunerî çêkin."

Li aliyekî din jî Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi dirûşma "Na ji xiyanet û dagirkeriyê re, werin cenga azadiyê" li Stada "Dostaniya Nerwêc û Kobanê" çalakiyeke werzîşê li dar xist, tê de pêşandanên werzîşê yên curbecur hebûn. Di dawiyê de jinên serketî hatin xelatkirin.

(fr)

ANHA