Gelo çarçoveya şerên di navbera çeteyan de li herêmên dagirkirî yên Sûriyê çi ye?

Şer di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî de rû didin û ji nû ve radiwestin. Gelo şerên di navbera çeteyên Cebhe El-Şamiye û Ehrar El-Şam de li gundewarê Helebê çawa tên nirxandin? Çarçoveya vî şerî çi ye? Dagirkeriya Tirk ji vê yekê çi dixwaze?

Gelo çarçoveya şerên di navbera çeteyan de li herêmên dagirkirî yên Sûriyê çi ye?
25 hezîran, 2022   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Li herêmên dagirkirî, şer di navbera çeteyên Cebhe El-Şamiye û Ehrar El-Şam de yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundên Babê rû dan. Her wiha gihaştin herêmên din ên dagirkirî ji Cerablusê bigire heta bigihêje gundên Efrînê.

Sedemên vî şerî jî, ew e ku çeteyên Firqeya 32`yan ji çeteyên Cebhe El-Şamiye qut bûne û tev li Ehrar El-Şam a Îslamî bûne.

Di wê çarçoveyê de, çeteyên Cebhe El-Şamiye hemleyeke leşkerî ya mezin li dijî gundên ku çeteyên Ehrar El-Şam a Îslamî û Fireqeya 32`yan li bakur rojhilatê Helebê dimînin, pêk anîn. Her wiha sewqiyatên leşkerî yên mezin anîn herêmê, tank û topavêji li têketina bajarokê Exterîn, Raî û bajarê Babê bi cih kirin.

Çeteyên Cebhe El-Şamiyepiştî şerên dijwar, çeteyên Ehrar El-Şam û Firqeya 32 ji gelek gundên Babê qewitandin. Bi dehan çete di nav de serçeteyên Ehrar El-Şam a Îslamî Ebû Decane El-Kurdî hatin gitin.

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) berê, sewqiyatên mezin şandin bajarê Babê da ku piştevaniya çeteyên Ehrar El-Şamê li dijî çeteyên Cebhe El-Şamiye bike.

Şer heta gundên kantona Efrînê ya dagirkirî, berfireh bûn û di encamê de gelek çete û heta sivîl jî hatin kuştin û birîndar bûn.

ÇARÇOVEYÊN DOMDAR ÊN ŞER

Di vî warî de serokê Partiya Sûriye Herî Pêşîn e (Sûriye Ewelen) Selman Şibîb ji ajansa me re axivî û got: “Şerên di vê dawiyê de di navbera her du komên çeteyan de rû dane, ne nû ne û di çarçoveyên domdar ên şer û nakokiyan de di navbera kom û hêzên terorîst ên bakurê Sûriyê konrtol dikin de û bi piştgiriya rêveberiya Tirkiyê û piştevaniya artêşa Tirk pêk tên. Cebhet El-Nusra ev êriş pêk anî û tevgera Ehrar El-Şam da pêş.”

Her wiha Şibîb destnîşan kir ku firehbûna Cebhet El-Nusra û hewldanên kontrolkirina herêmên dîtir, derbekirina rêxistinên din di çend salên dawîn de, her tim dubare bûn.

Şibîb diyar kir ku xeteriya vî şerî ew e ku El-Nusra gihaşt Efrînê û wiha domand: “Ev tevger gelek peyam û armancan di nav xwe de dihewîne bi taybet di vê pêvajoya hesas de. Tirkiyê ji van nakokiyan ne dûr e. Ji xwe ew rola sereke tê de dilîze û wan li gorî ajande û planên xwe li bakurê Sûriyê bi kar tîne. Bi taybet li gel koordîne û hevkariya eşkere ya di navbera Tirkiyê û Cebhet El-Nûsra de ku li ser asta navneteweyî rêxistineke terorîst hatiye sinifandin.”

BIKARANÎNA TEHRÎR EL-ŞAM

Li gorî Şibîb êrişa Cebhet El-Nusra di çarçoveya pêşektinên li bakurê Sûriyê çêbûne, gef û niyetên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina herêmên din ên Sûriyê de têne nirxandin. Şibîb nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Em nikarin êrişê ji hewldanên Tirkiyê bi gelek aliyên rojava re qut bikin. Ew dixwazein Cebhet El-Nusra wek rêxistineke nerm nîşan bidin ku dikarin pê re bidin û bistînin. Di pêşeroja Sûriyê de rolek bilîze. Yanî alîkariya wê komê bikin an jî çavên xwe li ber tevgerên wê bigirin ku dixwaze herêmê ji aliyê leşkerî, rêveberî, aborî, xizmetguzarî ve kontrol bike. Piştre wê di dawiyê de di pêkanîna projeya Tirkiyê de di kontrolkirina bakurê Sûriyê û tevlêkirina wê ji axa Tirkiyê de bi kar bînin. Çi serenav jê re were dayîn lê armanca sereke ev e.”

TEHRÎR EL-ŞAM XWE WEK HÊZEKE YEKANE LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ NÎŞAN DIDE

Têkildarî nakokiyên di navbera koman de, Şibîb daxuyand ku her komek lêvegera wê ya yekane heye ku wê bi rêxistin dike, lihevkirinan û nakokiyên di navbera wan de kontrol dike û ew jî Tirkiyê ye û wiha pê de çû: “Rast e, ew xwedî heman bîrdoziya tundraw e û heman kiryarên terorsît pêk tînin. Lê di gelek aliyan de bi hev re nakok in. Mîna kontrolkirina herêman, destkeftiyên aborî, fînansekirin, parvekirina alîkariyan, nakokiyên li ser erkên di sazûmaniyên leşkerî û yên din de ku Tirkiyê li dar dixe.”

Şibîb îşaret pê kir ku hewldaneke diyar a El-Nusra heye ku sazûmaniyek mîna dewletê ava bike, pêwîstiya vê yekê pê heye ku ev kom serwer be û xwe wek hêzeke yekane li herêmê nîşan bide û wê bi rêve bibe.

JI BO TIRKIYÊ NAKOKÎ DERGEHÊ REVÊ JI LIHEVKIRINÊN BI RÛSYAYÊ RE YE

Her wiha Şibîb balkişand ser bejewendiya Tirkiyê ji van nakokiyan û got: “Mayîndekirina nakokiyan ji bo berjewendiyên Tirkiyê ye. Pêwîstiya wan koman bi alîkarî û parastina Tirkiyê heye. Ev yek hişt ku Tirkiye wan û vîna wan kontrol bike. Ev nakokî, dergehê revê ji bo Tirkiyê ye ku xwe ji lihevkirinên bi Rûsyayê re bide alî. Bi taybet lihevkirinên têkildarî cudakirina komên terorîst û dûrxistina wan ji bakurê Sûriyê. Lê Tirkiyê ji 3 salan ve dereng dixe û bi hiceta ku gelek alî ne di bin kontrolê de ne, xwe dide alî.”

Li gorî Şibîb, ev şerên li Efrînê rû dane, di çarçoveya hewldanên Tirkiyê de ne ku Heyet Tehrîr El-Şam bi awayekî berfireh tev li destwerdana xwe ya nû bike ku plan dike li dijî Sûriyê pêk bîne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Tirkiye dê roleke mezin bide komê di birêvebirina herêmê de ku qaşo plan dike li bakurê Sûriyê ava bike, da ku hakim be û piştre wê di demeke guncew de tev li Tirkiyê bike.”

GELO NAKOKIYÊN DI NAVBERA KOMÊN ÇETEYAN DE LI PÊŞIYA PLANÊN TIRKIYÊ ASTENGÎ NE ?

Girêdayî vê yekê Şibîb got: “Rast e gelek rêxistin cihê xwe di vê nakokiyan de digirin û di bin fermana Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de ne ku Tirkiyê di destwerdanên xwe de bikar tîne, lê ev nakokî li pêşiya planên Erdogan nabin astengî.”

Şibîb wiha berdewam kir: “Li gel fêm kiriye ku dê QSD`ê li hember destwerdana wê li ber xwe bide û ji bo wê rawestîne dê bi hikumeta Şamê re li hev bike, Tirkiye pişta xwe nade rêxistinên biçûk. Ew ê eniyeke bihêztir û xwedî derfetên mezin bi kar bîne mîna Cebhet El-Nusra da ku windahiyên xwe kêm bike û bi vê yekê dixwaze bandor li li raya giştî ya Tirkiyê nebe. Nexasim li gel rewşên aloz li Tirkiyê û nêzîkbûna lidarxistina hilbijartinan.”

Şibîb hêvî kir ku aliyên têkildar û civata navneteweyî tê bigihêjin dûrahiyên xeteriya vê yekê û serî ji şantajên Erdogan re netewînin ku difikire şerê li Ukrayna firsendeke zêrîn jê re pêşkêş kir da ku vê projeyê pêk bîn.

Şibîb teqez kir ku Erdogan dev ji tima û hewldanên xwe bernade heke neçar nemîne û herêma ewle beşek ji projeya mêtinger a osmaniya nû ye ku xeteriya wê Sûriyê, Iraq derbas dike û digihêje Kafkasya û Çînê.

Şibîb destnîşan kir ku pêwîstiya Erdogan bi erêkirina Rûsya yan jî Amerîkayê heye ku hewldanên xwe bike û ev yek niha ne gengaz e û got: “Heta redkirina giştî jî tune ye. Mixabin ji ber wê, bazar û şantaj li ser axa me û li ser hesabê me tê kirin. Divê hemû aliyên Sûriyê bi taybet QSD, hikumeta Şamê, hêzên siyasî, civakî û nîştimanî tê bigihêjin vê yekê û bi hev re li hember planên dijminane yên Erdogan bi sekinin û wê têk bibin.”

(şx)

ANHA