​​​​​​​Şahidên komkujiyê: Tirkiyê bi êrişên xwe dixwaze komkujiyê dûbare bike

Şahidên komkujiya 25'ê Hezîranê ya Kobanê, diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi gef û êrişên xwe dixwaze careke din komkujiyê dûbare bike û got: "Tevî hovîtiya wê komkujiyê lê di dilê me de hêz û karîna tehemulkirina zehmetiyan ava kir.

​​​​​​​Şahidên komkujiyê: Tirkiyê bi êrişên xwe dixwaze komkujiyê dûbare bike
25 hezîran, 2022   01:43
KOBANÊ

Hurguliyên komkujiya êvara 25' Hezîrana 2015'an a li Kobanê di bîra şahidan de ye. Tevî ku ewqas sal di ser komkujiyê re derbas bûne, bi gefên dewleta Tirk a dagirker re metirsiyên dûbarebûna komkujiyên nû hene.

/kr/uploads/files/2022/06/24/192013_-.webp

Dayika Meryem Remo li taxa Berx Botan a rojavayê bajarê Kobanê li ser wê komkujiyê got: "Di salvegera komkujiya xedirane ya li Kobanê de em li pêşbeî xeteriyeke ku ji xeteriya çeteyên DAIŞ'ê mezintir re rû bi rû ne, ev xeterî gefên dewleta Tirk a faşîst e. "

Dayika Meryem Remo bi domdarî got: "Bi 15 guleyên di çeka hevjînê min de em li hemberî xeteriya komkujiyê sekinîn. Em bi hawara kesên ku dihatin serêjkirin ve çûn. Niha em ji tiştekî natirsin. Ev xak bi xwîna şehîdên me hatiye avdan, heger em di oxira wê de giyanê xwe bidin jî em terka wê nakin. Mafê dewleta Tirk a dagirker tune ye. Em xaka xwe diparêzin û me xaka tu kesî talan û dagir nekiriye."

Meryem Remo diyar kir ku komkujiyê di dilê wan de hêza tehemulkirina zehmetiyan çand û wiha got: "Tevî hovîtiya wê, lê em hîn kirin ku welat bêyî berdêlan rizgar nabe. Dewleta Tirk a dagirker bi hemû cûreyên çekan, çekên qedexekirî êrişî me kir, bi dorpêçê şerê aboriya me kir û avê li ser me qut dike, ruxmî vê yekê di derxistina me ji xaka me de bi bin ket."

Dayika Meryem Remo bang li hemû kesên ku terka welatê xwe kirin ku vegerin xaka warê xwe û got: "Tiştek ji xaka welat hêjatir nine."

Şêniyên Kobanê yên şahidên komkujiyê diyar kir ku vê komkujiyê tirs ji dilê wan rakir û êdî ji tiştekî natirsin.

/kr/uploads/files/2022/06/24/191933_-.webp

Dayika Gulê Beşar ji heman taxê ye û yek ji şahidên komkujiyê ye bi bîr xist ku ji taxê bi dehan kes şehîd bûn, ji malbatekî 14 kes şehîd bûne û got: "Cîranê me jî xwîn diavêt lê me nedikarî alîkariya wî bikin. Ew roj rojeke reş bû."

Dayika Gulê Beşar anî ziman ku ji ber hovîtiya wê komkujiyê newêrîbûn cenazeyên şehîdên xwe rakirin û got: "Gule bi xurtî dibariyan, hinekan digotin qey bajar ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bû, lê diyar bû ku çete derbasî bajar bûne û dest bi komkujiyan kirine."

Gulê Beşar di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku komkujiyê tirs ji dilê wan derxist û êdî fêrî rihê berxwedanê bûne. Her wiha  got: "Em ê li hember gef, êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker bisekinin."

Di komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an ku çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê pêk anîbûn de, zêdetirî 166 welatî bûn qurbanî.

ANHA