Zîhniyeta şîzofren -Rauf KARAKOÇAN

Zîhniyeta şîzofren -Rauf KARAKOÇAN
25 hezîran, 2022   00:38

Pirsgirêka Kurd ku li Tirkiyê pirsgirêka sereke ye, ji ber teşhîsên şaş nayê çareserkirin. Bi israr şaşiyan dikin û pêkan nabe ku ji dubarekirina şaşiyan jî rizgar bibin. Di vê qonaxê de jî siberoja welat ji aliyê Kurdan ve tê diyarkirin. Em hewcedariyê pê nabînin ku bibêjin Kurd aktorên diyarker ên siyasetê ne. Dema mirov li ankêtên raya giştî binêre, hema hema her kes qebûl dike ku Kurd dê çarenûsa hilbijartinên dema pêş diyar bikin.

Helwesta diyarker a Kurdan bê guman ne tenê ji aliyê siyasî ve ye. Di heman demê de ji bo aboriyê jî mijareke sereke ye. Çavkaniyên welêt di şerê ji bo tunekirina Kurdan de hatine xerckirin. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe, ew ê nikaribin ji barê li ser milê aboriyê rizgar bibin.

Dijminatiya Kurdan li aliyên din jî belav bûye. Şerê taybet ê qirêjî bi xerckirina çavkaniyên welat sînordar nema, di heman demê de xitimîneke civakî jî bi xwe re anî.  Gotin 'Em ê Kurdan têk bibin, em ê wan biqedînin' lê bi plana xwe ya têkbirinê, rê li ber hilweşîneke exlaqî û dejenerasyona çandî vekirin. Hemû dînamîkên civakê bêzar kirine. Gelek pirsgirêkên din li yên heyî zêde kirin. Ketine rewşeke wisa ku di têkiliyên dîplomatîk de bi têgîna 'tenêtiya hêja' tê vegotin.

Di mijara penaberan de jî li pey berjewendiyan ketin. Ji aliyekî ve bi sûdwergirtina ji fonên Yekitiya Ewropayê li dijî cîhana derve wek navgîneke şantajê bi kar anîn û li aliyê din jî veguherandine amûreke siyasete. Li şûna ku bi awayekî mirovî nêzî penaberan bibin, bi nêzîkatiyeke berjewendîperest nêzî wan bûn. Ji wan çete bi dest xistin û ew xistin nava şerê li Lîbya, Sûriye û Qerebaxê. Di operasyonên li dijî PKK'ê de ew ber bi miriyê ve şandin. Ji penaberan yekîneyên leşkerî ava dikin û wan di operasyonên dagirkirinê yên li Kurdistanê de bi kar tînin.

Dijminatiya Kurdan karesata herî mezin e ku heta niha bi serê Tirkiyê de hatiye. Bi dubendkirina civakê re jiyana bi hev re bêtehemul kirine. Bi qedexe, girtin, îşkence, destavêtin, destdirêjiya li zarokan, qetilkirina jin û xwezayê û her şêwe pêkanînên kêfî hiqûq qetil kirine. Ji bo ku jiyana kevneperest serdest bikin, êrişî nirxên laîk kirin. Bûne dijminê huner û hunermendan. Muzîk , şano, konser, mihrîcan asteng kirin.

Azadiya fikir û nêrînê weke heqaret hesibandin. Şefê îstîxbaratê yê berê Sabrî Uzun, ji ber parvekirineke medyaya civakî ya der barê Canan Kaftancioglu de û ji ber ku serokê berê yê polîsan Hanefî Avci got divê Selahattîn Demirtaş serbest bê berdan (behsa biryara DMME’yê kir), hat girtin. Ew her du kes ku demekê di cihên pir girîng ên dewletê de erkdar bûn lê mafê wan nîn e ku fikra xwe bejin, îcar Kurd dê çawa tiştekî bibêjin? Ne mimkun e ku mirov behsa Kurdan jî bike.

Halê welêt li holê ye. Hirç va ye, rêç va ye. Di vê qonaxa heyî de ji bo welat û gel, ji nû ve pênaseyeke sosyolojîk pêwîst e. Civakeke ku potansiyela xwe ya pêşketinê winda kiriye, mehkûmî klîşeyan bûye û hatiye tirsandin, bi rastî jî pêwîstî bi dermanekî heye. Siberoja civakê bi şîdetê hatiye tarîkirin. Êdî nikarin bifikirin, nikarin bipirsin û bîat dikin anku û bi yekalî li cîhanê dinêrin. Piştî desthilata AKP-MHP'ê ev qas xirabî kir, zîhniyeta civakê jî herimî.

Zilma ku li Kurdan tê kirin bi salan e dewam dike. Mînaka dawî jî dîmenên leşkeran ên li gundê Xaşkan -Sersûl yê navçeya Elbak ya Wanê ne. Hinek kes nikarin bi wan dîmenan bawer nakin, hinek jî dipirsin ka rast e yan na. Ev muameleya li mirovên dijmin ên li xaka dijmin tê kirin, rewşeke nû nîn e. Dibêjin wê înfîal çêkiriye. Tenê reflekseke biçûk a hovîtiyê ye ku nîv sedsal e li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd tê meşandin. Diviyabû ev înfîal ji zû de bihata afirandin. Lê niha her kes zirara wê dibîne.

Gelek arşîv hene ku dê bikin ku mirov ji xwe şerm bikin. Dayikên Şemiyê her hefte ji vê civakê re çi dibêjin, gelo kesek lê tê rehmetê û guhdarî dike? Terora ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, di nava Kurdan de bîrek afirandiye û trawma çêkirine. Tevî van hemûyan jî siberoja welêt hema bêje girêdayî Kurdan e. Hebûna Kurdan û helwesta ku ew ê nîşan bidin, di siberoja Tirkiyê de diyarker e. 

Rastiyek heye ku nikare were înkarkirin. Nikarin Kurdan ku bi êrişên înkar û tunekirinê biqedînin û Kurd berxwedêr û merd in. Ev gel bi PKK'ê re bûye polîtîze bûye û di nava têkoşînê de pijiyaye. Qet nebe ji niha û pê ve yên ji bo Kurdan hesaban dikin, dê ji zîhniyeta nexweş rizgar bibin. Nexwe dê hesabên şaş jî bikin.

Tevî hemû bêderfetiyan jî gelê Kurd ê li dijî komkujî, qirkirin û hewldanên tunekirinê li ber xwe da, biryar da bi rûmetdarî bijî û ji bo vê tê bikoşe. PKK nîşaneya vê yekê ye. Di zîhniyeta dewletê de Kurdbûn xetere ye. Kurdbûna elewiyan xeternaktir e. Kurdbûna elewî û PKK'yî gelekî xeternaktir e. Zîhniyeta dewletê ya li ser Kurdan şîzofrenîk e. Li hember vê dewleta faşîst şeref e ku mirov li gorî eslê xwe bijî, Kurd be, Elewî be û ji PKK’yî-elewî-Kurd be.

ANHA