Partiya Cemawirî ya Nîştimanî ji hevpeymana Helbûsî veqetiya

Partiya Cemawirî ya Nîştimanî ragihand ku ji Hevpeymana Serwerî ya di bin serokatiya Mihemed Helbûsî de ye veqetaye.  Li gorî Partiya Cemawirî ya Nîştimanî 7 parlamenterên wan hene.

Partiya Cemawirî ya Nîştimanî ji hevpeymana Helbûsî veqetiya
24 hezîran, 2022   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Partiya Cemawirî ya Nîştimanî Ehmed Abdullah Ciburî ku dibêje 7 parlamenterê wan hene bi daxuyaniyekê ragihand ku ji Hevpeyamaniya Serwerî ya di bin serokatiya Mihemed Helbûsî de ye cuda bûye.

Serokê Partiya Cemawirî ya Nîştimanî ya Sunne  destnîşan kir ku wê tev li  Hevpeymaniya Ezim a di bin serokatiya Musenna Samerai bibe. Ehmed Abdullah Ciburî daxwaz kir ku ji bo proseya siyasî ya Iraqê rêz ji biryarên dadgehê re were girtin.

Serokê Partiya Cemawirî ya Nîştimanî Ehmed Abdullah Ciburî bang li hemû aliyên hikûmetê kir ku guftûgoyên nîştimanî li gel hemû aliyan dest pê bikin û ji bo reformên aborî nêrîna kesên pispor bigirin.