ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-06-2022
24 hezîran, 2022   23:00

- Şahidên komkujiya 25'ê Hezîranê ya Kobanê, diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi gef û êrişên xwe dixwaze careke din komkujiyê dûbare bike û got: "Tevî hovîtiya wê komkujiyê lê di dilê me de hêz û karîna tehemulkirina zehmetiyan ava kir. " (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê diyar kir ku tevahî eşîr li hemberî êrişên Tirkiyê bi QSD'ê re ne. Rûspiyan banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kirin û got: "Bi fikirê rêbertî em rizgar bûn û bûn yek, em ê vî fikirî biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû peymanên Neteweyên Yekbûyî ên têkildarî azadiya ragihandinê bin pê dike û banga avakirina komîteyeke serbixwe kir da ku binpêkirin û sûcên dewleta Tirk bişopîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberê Şepêla Genim a Sûriyê Salih Sîtan El-Nebewanî bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî dagirkeriyê helwesta xwe ya rasteqîn ragihînin û got: ''Axaftina Erdogan a li ser herêma ewle ji bo pêkanîna guhertina demgorafîk ye, her wiha planeke demdirêj e da ku van herêma tev li desthilata Osmanî ya pêşerojê bike.''

Hiqûqnas Şadî El-Îbrahîm û helbestvan Cela Hemzawî destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker tevahî pêkhateyên herêmê dike hedef û diya kirin ku hinceta ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê dê gelê Sûriyê nexapîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Şer di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî de rû didin û ji nû ve radiwestin. Gelo şerên di navbera çeteyên Cebhe El-Şamiye û Ehrar El-Şam de li gundewarê Helebê çawa tên nirxandin? Çarçoveya vî şerî çi ye? Dagirkeriya Tirk ji vê yekê çi dixwaze?

ANALÎZ

- Pirsgirêka Kurd ku li Tirkiyê pirsgirêka sereke ye, ji ber teşhîsên şaş nayê çareserkirin. Bi israr şaşiyan dikin û pêkan nabe ku ji dubarekirina şaşiyan jî rizgar bibin. Di vê qonaxê de jî siberoja welat ji aliyê Kurdan ve tê diyarkirin. Em hewcedariyê pê nabînin ku bibêjin Kurd aktorên diyarker ên siyasetê ne. Dema mirov li ankêtên raya giştî binêre, hema hema her kes qebûl dike ku Kurd dê çarenûsa hilbijartinên dema pêş diyar bikin.

- Şerê Rûsya yê li dijî Ukraynayê di 24`ê Sibatê de dest pê kir. Serokê Rûsya Vladimirî Pûtîn texmîn dikir ku xelkê Ukraynayê li dijî serokê welêt Voldimir Zelensky derketibana û ew ji erkê dûrxistibana û hikumetek alîgirê Rûsyayê ava kiribana. Bi vê yekê dê Ukraynayê kontrol kiriba. Lê berteka rojava ya berbelav dê negihiştibana asteke wisa, ji ber guhertinên bilez ên li ser erdê dê rê nedin vê yekê û dê helwestên rojava, bertekên ku dema Rûsya girava Qirim dagir kiriye yan jî beşên ji Gurcistan dagir kirine, derbas neke. Lê rewş ne mîna plana Pûtîn bû.

ANHA