Rûspiyên eşîrên Dêrazorê piştgiriya xwe bi gerîla û QSD'ê re anîn ziman

Rûspiyên eşîrên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê diyar kir ku tevahî eşîr li hemberî êrişên Tirkiyê bi QSD'ê re ne. Rûspiyan banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kirin û got: "Bi fikirê rêbertî em rizgar bûn û bûn yek, em ê vî fikirî biparêzin."

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê piştgiriya xwe bi gerîla û QSD'ê re anîn ziman
24 hezîran, 2022   23:37
DÊRAZOR-SAMIR EBDULEZÎZ

Di nava bêdengiya cîhanê de, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ev bêdengî cesaretê dide Tirkiyê ku li herêmên dagirkirî jî sûcan pêk bîne.

Şêx û rûspiyên eşîrên gundewarên rojhilat ê Dêrazorê têkildarî van êrişan anîn ziman ku ew bi QSD'ê re û got: "Em ê nehêlin ku osmanî vegere welatê me. Em ê bi hevgirtina xwe li hemberî van êrişan bisekinin."

Ji rûspiyên qebîleya Igêdat, sekretêrê giştî yê Kombûna Eşîrên Bû Kemal ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê Hewas El-Casim bang li tevahî dewletên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan, Koalîsyona Navneteweyî û hikumeta Şamê kir ku li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û niyetên Tirkiyê yên mêtîngeriyê rawestînin.

Hewas El-Casim bi domdarî got: "Tirkiyê 400 salî xaka me dagir kir, niha jî Erdogan bi rêya berfirehkirina qada dagirkeriya xwe li Sûriyê û Iraqê hewl dide osmanî li herêmên me zindî bike."

Casim diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, têk bibe. Her wiha banga azadiya rêbertî kir û got: "Girtina wî sûcek li dijî mirovahiyê ye.  Fikir û felsfeya rêber Ocalan pêkhateyên herêmê kirin yek. Bi saya vî fikirî Kurd, Ereb û pêkhateyên din di nav aramî û ewlehiyê de dijîn. Rêber Ocalan banga azadî û demokrasiyê ne tenê ji bo kurdan, lê ji bo tevahî gelan dike, banga azadiya gelên bindest dike."

Casim piştgiriya xwe bi gerîla û QSD'ê re anîn ziman û got, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyê,  tevahî eşîre û qebîleyên li herêmê piştgirî û destekê didin QSD'ê.

Rûspiyê eşîra El-Merasîma, Zîb Dawud bi navê şêx û rûspiyên gundewar rojhilat ê Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirke ên li ser herêmê şermezar kirin û wiha anî ziman: " Em ji azadiyê hez dikin. Em şer, tundî û binpêkirina mafan naxwazin. Em nahêlin ku tu kes mafên me bin pê bike."

Dawûd diyar kir ku rûspiyên eşîran, rewşenbîr û cotkar li hemberî her êrişeke li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi QSD'ê re ne û got: "Em qebûl nakin ku tu kes destdirêjiyê li ewlehî û îstiqrara me bike. Em amade ne çek rakin û bi QSD'ê re bisekinin."

Rûspiyê eşîra Merasîme Zîb Dawud di dawiya axaftina xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û Koalîsyona Navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bikin, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên ku li herêmên dagirkirî dike, rawestînin.

ANHA