Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
21 hezîran, 2022   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên rêber Abdullah ocalan 15 meh e nikarin agahiyê ji muwekîlê xwe bigirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî mîna hefteya derbasbûyî careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzer ji bo hevdîtinê hefteyê du caran serî li van saziyan didin lê daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bê bersiv têne hiştin.

Di 18’ê Tebaxa 2021’an de Serokatiya Destaya Dîsîplînê ya Îmraliyê diyar kiribû ji bo 3 mehan hevdîtina rêber Ocalan a bi malbatê re hatiye qedexekirin.Qedexeya hevdîtina bi malbatê di warê teorîk de di 18’ê Mijdara 2021’an de qediyabû lê serlêdanên ji bo hevdîtinê bêbersiv tê hiştin.

Parêzeran di 28’ê Adarê de jî dîsa serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bursayê dabû û xwestibû hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbatê ji holê were rakirin û malbat bikare biçe serdanê. Di 29’ê Adarê de hakîmtiyê bersiv dabû û ev daxwaz red kiribû. Hakîmtiyê diyar kiribû der barê rêber Abdullah Ocalan dîsa cezayê dîsîplînê hatiye dayîn û ji ber vê nabe ku hevdîtin pêk were.

Di 12’ê Cotmeha 2021’an de jî hevdîtina rêber Abdullah Ocalan a bi parêzeran re ji bo 6 mehan hatibû qedexekirin. Ev qedexe di 22’ê Nîsanê de qediyabû lê daxwazên hevdîtinê yên parêzeran bêbersiv tê hiştin. Herî dawîn parêzeran di 29’ê Nîsanê de serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bursayê dabûn û li sedema vê qedexeyê pirsîbûn.

Hakîmtiyê di heman rojê de serlêdana parêzeran red kir û diyar kiribû ku di 13’ê Nîsanê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran hatiye qedexekirin. Der barê hinceta qedexeyê jî tu agahî nedan parêzeran. Parêzeran di 6’ê Gulanê de serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bursayê dan û îtîrazî qedexeyê kirin.