Malbatên şehîdan: Divê hikumeta Başûr têkildarî hedefgirtina Ferhad Şiblî lêpirsînê veke

Meclisa Malbatên Şehîdan û dayikên aştiyê yên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kesayetên welatparêz şermezar kirin, her wiha bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo êrişa li dijî şehîd Ferhad Şiblî lêpirsînê veke.

Malbatên şehîdan: Divê hikumeta Başûr têkildarî hedefgirtina Ferhad Şiblî lêpirsînê veke
21 hezîran, 2022   10:34
ŞEHBA

Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û dayikên aştiyê li pêş navenda meclisê ya li gundê Til Qerah ê navçeya Ehdas a Şehbayê kom bûn û tev li daxuyaniyê bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Zekiye Yûsif daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê sersaxiyê ji rêber Abdullah Ocalan û malbata şehîd Ferhad Şiblî re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê hate kirin ku lêpirsîneke zelal û eşkere têkildarî hedefgirtina şehîd Ferhad Şiblî û hevrêyên wî veke û wiha hat gotin: "Pêkanîna van kiryarên terorîst li herêma Kurdistanê gelek pirsan bi xwe re tîne. Di 17’ê Hezîranê de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeya cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî hedef girt, di encamê de şehîd bû. Ferhad Şiblî ji bo tedawiyê li Silêmaniyê bû.

Em Meclisa Malbatên Şehîdan bang li hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê dikin ku bi berpirsiyara xwe rabin û helwesta xwe li dijî vî karî terorîst nîşan bidin.

Her wiha bang li civata navneteweyî dikin ku zextê Ii dewleta Tirk bike ku van êrişên xwe ku îstîqrara herêmê tevlihev dikin û serweriya dewletên serbixwe binpê dikin, bi dawî bike.”

Meclisê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji gelê Kurdistanê, gelên herêmê û malbata şehîd Ferhad Şiblî re xwest.

‘HEDEFGIRTINA FERHAD ŞIBLÎ HEDEFGIRTINA KESAYETA TÊKOŞER A AZAD E’

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ew yek hedefgirtina têkoşîna gelê me bi tevahî ya ji bo azadiyê ye, her wiha hedefgirtina kesayeta têkoşer a azad e ku xwedî biryar û vîn e ku dikare berjewendiyên gelê me yên dîrokî pêk bîne. Êrişa dewleta Tirk a terorîst û tirsonak êrişa têkçûyînê ye. Dewleta Tirk ji dawiya xwe ku bi destê kesên li ser pêkanîna serkeftin û têkçûyîna rejîma faşîst a Tirkiyê bi israr in, ditirse."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dagirkeriya Tirk di qonaxeke têkçûyînê de ye û hewl dide sûcên hovane li dijî gel û rêveberên wê pêk bîne.

‘BAŞÛRÊ BÛYE STARGEHA DAGIRKERIYA TIRK Û HEVKARÊN WÊ’

Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir ku mîna van êrişên terorane û qirkirinan li dijî gelên herêmê israr û vîna gel a têkbirina dijmin zêde dike û folkanên hêrsê li dijî dijminan diteqîne.

Her wiha di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Hedefgirtina hevrêyê me Ferhad ku li ser rêya xwe ya sivîl û mirovî li Başûrê Kurdistanê de li herêma Kelarê ku 300 kîlo metre ji sînorê dewleta Tirk ve dûr e, di çarçoveya gelek êrişên terorane de ku geleke têkoşerên gelê me li herêmê kirine armanc, pêk tê."

Li ser hedefgirtina balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li dijî kesayetên welatparêz û fermandaran li Başûrê Kurdistanê û bêdengiya wê ev yek hate xuyakirin: "Ev yek me pir diêşîne û bi hêrs dike. Li Başûrê Kurdistanê li dijî têkoşerên Kurd û li pêş çavên hemû fermandar, partî û hikumeta herêmê bêyî tu bertekan li hember wê yekê nîşan bidin, êriş pêk tên û tên şehîdxistin.

Li dawiyê em teqez dikin ev helwest qada Başûrê Kurdistanê dike cihekî ji bo dagirkeriya Tirk, hevkarên wê û kesên xwefiroş li ser hebasbê azadiya gelê Kurdistanê. Gelo ma bi van sûcên li dijî me pêk tên, dikarin werin qebûlkirin?”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

(fr)

ANHA