​​​​​​​Li Derayê cenazeyê welatiyekî hate dîtin

​​​​​​​Li gel tevliheviya ewlehiyê û zêdebûna bûyerên kuştinê, şêniyên Derayê îro li ser rêyeke li gundewarên Derayê cenazeyekî welatiyekî kuştî dît.

​​​​​​​Li Derayê cenazeyê welatiyekî hate dîtin
21 hezîran, 2022   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şêniyên Derayê li ser rêya di navbera bajarê Derayê û bajarokê Ibta yê Derayê de cenazeyê welatiyekî dît ku şopên guleyan di termê wî de hebûn.

Welatiyê kuştî, ji bajarê Şêx Miskîn ê gundewarên Derayê ye.

Li gorî SOHR`ê, ji destpêka salê ve 257 êrişên bi rê û rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 211 kes hatine kuştin ku 103 sivîl in û 2 ji wan jin û 4 zarok in, 86 leşkerên hikumeta Şamê û hevkariyên saziyên ewlehiyê û endamên “lihevhatinan” in, 11 çekdarên ku berê “lihevhatin” çêkirine û piştre tev li tu aliyên leşkerî nebûne, çeteyekî berê yê DAIŞ`ê, 7 kesên nenas û 3 endamên Feyleqa 5`an û komên alîgirên Rûsyayê ne.

(cx)