Rêveberiya Xweser 6 jin û 16 zarok radestî Belçîkayê kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser 6 jin û 16 zarok radestî şandeya Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê kirin. Nûnerê Belçîka yê taybet ê Sûriyê Hubert Cormann got rola QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê girîng e.

Rêveberiya Xweser 6 jin û 16 zarok radestî Belçîkayê kirin
21 hezîran, 2022   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê ya bi serokatiya nûnerê taybet ê Belçîkayê yê Sûriyê û balyozê wê yê Lubnanê Hubert Cormann, di 19’ê Hezîranê de pêşwazî kir.

Hevserokê daîreyê Ebdulkerîm Omer û cîgirên hevserokatiyê Fener El-Giêt û Ebîr Eliya şande pêşwazî kir.

Her du aliyan gelek mijarên hevbeş û girîngiya çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryara 2254’an nîqaş kirin. Her wiha li ser gefên dewleta Tirk û êrişên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşên aborî û mirovî li herêmên Rêveberiya Xweser û rewşa kamp û penaberên li herêmê, hatin nîqaşkirin.

Ebdulkerîm Omer got: “Gefên dewleta Tirk ên dagirkeriyeke nû li herêmê dê bi xwe re tevliheviya ewlehiyê li herêmê û pêleke mezin a koçberan bîne. Ew jî dê bibe sedema gelek azaran, dê bibe derfetek ku rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst careke din xwe bi rêxistin bike û gelek herêman kontrol bike."

Omer wiha domand: "Rêveberiya Xweser ji aliyê aborî û ewlehiyê ve bi astengiyên mezin re rû bi rû ye. Me bang li civata navneteweyî kir ku dadgeheke xwedî çarçoveyeke navneteweyî ava bike da ku çeteyên DAIŞ’ê darizîne. Her wiha berpirsyariya xwe li hember welatiyên xwe yên li herêmê bîne cih an jî destekê bide Rêveberiya Xweser ku rewşên xwe yên ewlehî û mirovî li hundirê girtîgehan û kampan baş bike. Lê bersivdayîn têrê nake ku teror û tundrawî werin bidawîkirin."

Nûnerên Belçîkayê Hubert Cormann jî diyar kir ku hikumeta Belçîkayê destekê dide çareseriya siyasî ya giştî ji bo hemû pêkhateyên siyasî û civakî yên gelê Sûriyê ku li gorî biryara NY’yê ya 2254’an e û aştiyeke mayînde li Sûriyê peyda dike.

Hubert Cormann got: “Hikumeta me alîkariyên mirovî ku sûdê dide gelê Sûriyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bidomîne.”

Cormann diyar kir ku hikumeta Belçîkayê rola girîng a QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê pê rabûye baş dizane û ev tişt got: “Diyar e şerê we ji bo ewlehiya we ya taybet, di heman demê de beşeke şerê cîhanê yê li dijî terorê ye.”

Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya hevdîtinê de 6 jin û 16 zarokên belçîkî yên ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê radestî wan kirin.

(fr)