Beriya merasîma oxirkirina şehîd Ferhad Şiblî li Dêrikê şîn hat girtin

Li navçeya Dêrikê ya Qamişloyê beriya merasîma oxirkirina şehîd Ferhad Şiblî dikan hatin girtin û li tevahiya navçeyê şîn hatiye girtin.

Beriya merasîma oxirkirina şehîd Ferhad Şiblî li Dêrikê şîn hat girtin
21 hezîran, 2022   09:26
QAMIŞLO

17’ê Hezîranê li Kelarê ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker erebeya cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir hedef û di encamê de Ferhad Şiblî û 3 hevrêyên wî şehîd bûn.

Cenazeyê şehîd Ferhad Şiblî yekşemê di deriyê Sêmalkayê re gihaşt Dêrikê û ji bo pêşwazîkirinê bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade hebûn.

Ji bo ruhê şehîd û amadekariyên beşdarbûna li merasîma oxirkirinê ku dê saet 4’ê êvarê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik were lidarxistin, ji saetên sibehê de şîneke giştî li Dêrikê heye û hemû dikanên bajêr girtî ne.

Tê payîn ku bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heleb û Şehbayê beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Ferhad Şiblî bibin.

(fr)

ANHA