Mîhraç Ural: Divê hemû pêkhateyên Sûriyê li dijî dagirkeriyê şerê azadiyê yê dawîn bikin

Reportaj Summay

Mîhraç Ural: Divê hemû pêkhateyên Sûriyê li dijî dagirkeriyê şerê azadiyê yê dawîn bikin
14 hezîran 2022   00:51

Mîhraç Ural diyar kir ku ji destpêka gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ve QSD xwedî helwesteke zelal e û got hemû pêkhateyên din ên civakî, bi taybetî Rûsya-Îran, Hizbullah, Muqaweme Sûrî û QSD li dijî dagirkeriyê li hev bicivin û “şerê azadiyê yê dawîn” bikin.

Piştî ku planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Zap û Şengalê têk çûn, gefên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo êrişeke nû ya dagirkeriyê didomînin. Dewleta Tirk a dagirker ev 3 sal e bi êrişên berteng ên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zemîna êrişeke berfireh çêdike û ji bo dagirkirina bajaran dixwaze tawîzan ji navneteweyî bigire. Dewleta Tirk a dagirker şerê Ukrayna-Rûsyayê û serlêdanên endametiyê yên Swêd û Fînlandiyayê ji bo NATO'yê wek 'avantaj' dibîne, di civînên Astana, G7 û NATO'yê de ji bo êrişeke nû ya dagirkeriyê hewldanên xwe didomîne. QSD’ê îşaret pê kiribû ku êrişeke nû dê veguhere şerekî berfireh û li hemû qadan belav bibe.

Em bi siyasetmedar û fermandarê Hêzên Berxwedana Sûriyê (Muqaweme Sûriye) Mîhraç Ural re li ser herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, êrişeke nû ya gengaz û helwesta hikumeta Şamê ya li hemberî êrişan axivîn.

Mîhraç Ural got "Xwesteka dagirkeriyê li vir raneweste, dagirkirina xeteke sînor a nêzî 50 km ji serê wan de heye" û anî ziman ku dewletên cîranên Tirkiyê, pêkhate û rêxistinên ku neçar mane pê re şer bikin, divê li hev bicivin û di nava hevgirtinê de bin û di heman eniya şer de cihê xwe bigirin.

Ez dixwazim ji herêmên dagirkirî dest pê bikim. Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Bab, Ezaz, Carablus û Idlîb ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin. Ji bo rizgarkirina van herêman divê hêzên Sûriyê li dijî dagirkeriyê çi bikin? Her wiha li ser sûcên ku her roj li herêmên dagirkirî pêk tên, dixwazî çi bibêjî?

Beriya her tiştî dixwazim vê hewldana bedbextane bi tundî şermezar bikim. Hêzên desthilatdar ên Tirk ev zêdetirî hezar sal e hema bêje her roj vê herêmê ji nû ve dagir dikin. Bi vê herêmê û cîhana Ereban re sînordar neman, heta nîvê Ewropayê dagir kirin. Xwestin Deryaya Spî ji xwe re bikin gol. Bi kurtasî dîroka serdestên Tirk li herêma me bûye dîroka dagirkerî-mêtingerî, qirkirin û talanê. Serdestên Tirk di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de derbeyên giran xwarin û têk çûn. Hatibûn wê astê ku hemû qadên dagir kirie, ji dest bidin. Ev pêvajoya ku bi Peymana Sevrê re dest pê kir, bi Peymana Lozanê re bi encam bû û   sînorên naskirî Komara Tirk çêbûn, ji bilî Hatay û bakurê Qibrisê, her wiha herêmên ku îro li Sûriye û Iraqê dagir kirine.

Ev pêvajoya kurt a dîrokî û ya îro diqewime jî nîşan dide ku serdestên Tirk ne tenê li herêma me, li Ewropa û heta cîhanê jî pirsgirêkên mezin in. Pirsgirêkên li Balkanan, Qafqasya, Asyaya Navîn û Afrîkayê û pêwendiya yekser li gel serdestên Tirk, vê yekê nîşan didin. Ji ber ku mijara me Sûriye ye û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst e, em bûyerên li herêma me û cîhanê niha bidin aliyekî.

Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Bab, Ezaz, Cerablus û Idlib ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê ve hatin dagirkirin. Dema ku mirov Mîsaqî Mîllî û Neo-Osmaniyê jî bide ber çavan, dagirkirina hemû Sûriyê û herêmê gav bi gav weke projeyekê li pêşiya wan e. Yek ji sedemên ku bi vî rengî projeyeke dagirkeriyê ya ew çend berfireh derxistin holê jî ew e ku Osmanî ne xwecihên vê herêmê ne. Yanî ne ew civak e ku vê xakê bike welatê xwe. Ji ber vê rewşê, siyaseta wan a sereke ye ku hemû cudahiyan wek dijmin bibînin û şerê wan dikin. Ji bo vê jî di vê dîroka bi hezaran salan de ji Selçûqiyan heta Osmaniyan û ji wir jî heta dewleta Tirk a faşist, ji xwe re dijmin peyda kirine û li dijî wan şer kirine. Îro jî wek hêzeke dagirker a biyanî li herêmê li dora heman bernameya bingehîn dixwazin mîna makîneyeke qirkirinê van xakan di bin serdestiya xwe de bihêlin.

Me gelên xwecih ên vê xakê, tevî ku me hemû pêşniyarên xwe ji bo aştiyê kirin jî, qebûl nekirin û xwestin me bikişînin nava rewşeke şer a dijwar. Di encamê de em neçar man ji şerê ku li me ferz kirin re bibêjin erê. Ev tercîha wan bû. Gelên li Sûriyê û saziyên siyasî tu carî li dijî dewleta Tirk a faşîst şer îlan nekiriye. Her wiha însiyatîfên aştiyê yên ji aliyê PKK'ê ve li ser navê Kurdan hatine pêşniyarkirin jî divê werin bibîrxistin. Îro Tirkiye li hemberî hemû cîranên xwe li daholên şer dixe. Lê belê ev rewşa han dê her tim bi vî rengî dewam neke.

Te jî diyar kir ku ev rewşa dewleta Tirk dê bi vî rengî dewam neke. Gelo ev yek ji bo herêmên dagirkirî jî derbasdar e? Ji  bo derxistina dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî divê çi were kirin?

Belê. Tenê rêyek maye ku Tirkiye ji herêmên dagirkirî derkeve, ev jî şerkirina li dijî wê û têkbirina wê ye. Hemû vebijêrkên din li pêşberî zîhniyeta dagirker-mêtinger-faşîst a Tirk bêwate ne. Ev vebijêrka şer ji bo tevahiya herêmê derbasdar e. Ji bo vê jî dewletên cîranên Tirkiyê, rêxistin û civakên ku neçar man li hember wê şer bikin, divê hevgirtî bin û werin cem hev û di nava heman eniya şer de cihê xwe bigirin. Derfetên vê jixwe aşkera ne. Ew rastiya ku divê yên di vê eniyê de cih bigirin, dem bi dem bi serê xwe tev digerin û ev jî dibe sedem ku winda bikin. Divê neyê jibîrkirin ku bêyî ku li dijî Osmaniyên Nû yên faşîst ên mêtinger bibin yek, nikarin behsa azadî, serxwebûn û vînê were bikin. Ji bo vê jî bi ya min, divê li gorî vî ruhê yekitiyê avaniyên rêxistinî yên hevpar werin çêkirin.

Dewleta Tirk a dagirker ku bi dagirkirina van herêman sînordar nema, ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîsa gefa êrişê xwar. Çima dixwazin di vê pêvajoyê de êrişên dagirkeriyê pêk bînin û wateya van gefan çi ye?

Tirkiye hêzeke êrişkar e. Mîna ku di van daxuyaniyan de jî tê dîtin, dewleta Tirk a faşîst bi tevgereke bêeman li dijî cîranên xwe şer dike. Xuya ye ev rewşa şer, heta ku karaktera faşîst-dagirker a dewleta Tirkji holê ranebe, dê dewam bike. Wek ku di dîrokê de û îro jî tê dîtin, dema ku serdestên Tirk xwe baş hîs dikin an jî ji aliyê civakê ve tên tengijandin, di serî de êrişî cîranên xwe dikin.

Em van gefan wek rewşeke wisa dibînin ku bi aştiyê nayên îqnakirin. Tekana rêya sînordarkirina vê yekê û pêşkêşkirina vebijêrkeke aştîxwaz ew e ku bi avakirina eniyeke yekbûyî ya li dijî faşîzmê şerekî leşkerî yê dawîn e. Ne pêkan e ku bi rêbazên din dewleta Tirk a faşîst îqna bikin. Bûyerên dîrokê nîşan didin ku rewş bi vî rengî ye.

Ez xetereyên ku serdestên Tirk ev hezar sal e ji bo gelên herêmê çêdikin, wiha dibinim. Polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê yên faşîzmê yên li dijî PKK’ê jî, tevî hemû bangên wê yên aştiyê jî, mînaka vê yekê ne. Tenê wateyeke vê heye; ji bilî ku gurkirina şer heta  ku dîktatoriya faşîst serî bitewînw, tu rêyeke din nîn e.

Sedemeke sereke ku dewleta Tirk a faşîst van êrişan dike, ew e ku xwedî wê baweriyê ye ku bêyî dijminan nikare li herêmê hebûna xwe bidomîne. Dîroka serdestên Tirk ev e. Herêm ne welatê wan e. Ji Asyaya Navîn reviyan û hatin vir. Bi şûr û xenceran gelên resen ên van herêman qetil kirin û talan kirin. Piştî vê dîrokê li vê herêmê tu carî aramî pêk nehatiye. Ev dîroka hezar salî bi vî rengî hatiye nivîsandin. Ji ber vê yekê, bêyî hilweşandina vê zîhniyeta serdest a Tirkan li herêmê, ne pêkan e ku aştî û aramî li herêmê pêk were û demokrasiyeke ku gel bi awayekî azad tê de bijîn, pêk were. Ji bo vê jî îro pêdivî pê heye ku mirov giraniya xwe nede ser aştiyê, lê li dijî dewleta Tirk a faşîst a dagirker giraniya xwe bide ser siyaseta şer.

QSD'ê di civîna xwe ya awarte de diyar kir ku ew amade ne bi hikumeta Şamê re bi awayekî koordînekirî bersivê bidin êrişan. Li hember êrişeke gengaz divê helwesta hikumeta Şamê çawa be?

Divê li dijî dewleta Tirk a faşîst ku Sûriye dagir kiriye û dagirkeriya li ser xaka wê didomîne, efû tune be. Li hemberî vê yekê divê hemû hêzên dost ên li dijî dagirkerî û faşîzmê li hev bicivin û bikevin nava şerekî dawî yê azadiyê. Rastiyek heye ku her kes qebûl dike û ew yekitiya xaka Sûriyê ye. Di vê çarçoveyê de divê hemû pêkhateyên din ên civakî bi taybetî Rûsya-Îran, Hizbullah, Muqaweme Sûrî û QSD li hev bicivin. Divê bi berxwedana li dijî dagirkeriya faşîst rê li ber azadî û demokrasiyê were vekirin. Lê belê divê armanca sereke ne tenê sûcên dewleta faşîst ên îro li Sûriyê kirine, di heman demê de sûcên wê yên berê jî di çarçoveya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de bên nirxandin û darizandin.

Divê QSD têkiliyên xwe yên bi DYA'yê re li gorî ruhê vê xakê bi rê ve bibe. Divê yekitî û berjewendiyên hevpar ên gelên herêmê û avaniyên li dijî faşîzm û dagirkeriyê biparêze. Divê neyê jibîrkirin ku Tirkiye welatekî NATO'yê ye û DYA serokê NATO'yê ye. QSD temsîla beşek gelên xwecih ên vê xakê dike. Lewma ez difikirim ku danîna berjewendiyên hevbeş ên gelên Sûriyê di navenda formên têkilî-hevpeymaniyê de, divê xala destpêkê ya sereke be. Heke QSD di çarçoveya vê prensîba bingehîn de têkiliyên xwe bi pêş bixe, zêde tiştekî ku mirov bêje, nîn e. Di vê mijarê de perspektîfa hevrê Abdullah Ocalan a têkilî û tifaqan pir zelal e. Ez jî bi wê çarçoveyê re me.

Ji ber ku ev çarçove helwesta pêşeroja gelê Kurd e û her wiha ya pêşeroja hemû gelên herêmê ye. QSD temsîliyeta kê dike, ev helwest helwesta wan civak û gelan e. Lewma jî gel nikarin bibin xwedî helwesteke din.

Hikumeta Şamê ji destpêkê ve li vê helwestê digere. Ji ber ku ji bilî vê helwestê tu helwesteke rizgarker nîn e. Dibe ku pirsgirêk hebin, dibe ku mijarên zehmet bên fêmkirin hebin, lê belê ev helwest helwesta bingehîn a yekgirtî ye. Ev helwest yekitiya welêt mîsoger dike. Divê hikumeta Şamê vê helwesta yekgirtî ya QSD'ê bibîne, divê vê helwesta yekgirtî ji bo rizgariya welat erê bike, bêyî ku guh bide rewşên berê.     

Aşkera ye ku yên di vî warî de şaşiyan dikin, dê berdêlên giran bidin. Çi hikumeta Şamê be, çi jî QSD. Divê her kes vê yekê bi zelalî bibîne; em di serdemeke zehmet re derbas dibin.  Lewma jî êdî em nikarin şaşiyan bikin.

Êrişeke nû ya gengaz dê bandoreke çawa li herêmê bike û dê çawa zerarê bide yekitiya xaka Sûriyê û Rojhilata Navîn?

Rojhilata Navîn herêmeke pir aloz e. Ev daxuyaniya ku Erdogan da, dê di warê hevsengiyên li herêmê de tu pirsgirêkan dernexe holê. Ev herêm ev hezar sal e ji aliyê hêzên cudaxwaz ve tê talankirin. Di nava van hezar salan de rojek nîn e ku dayik negirîn. Bi vê êrişa nû re gotina Erdogan a “em terorîstan ji sînorê xwe yê 30 km’yan wêdetir naxwazin” tu encam bi xwe re neanîn. Banga herêma "tampon" ku yek ji êrişên herî girîng ên vî şerî ye, timî ket rojevê. Cudahiya yekane ew e ku Rûsya û Ukraynayê di nava şer de ne. Tiştekî komîk e ku Erdogan dixwaze vî şerî veguherîne firsendekê. Pûtîn bi bersivdana gelekî dijwar a li hemberî ‘vî pehlewanê erzan’, mijar girt. Ez difikirim ku bi hişyariya Pûtîn pirsgirêka herêma tampon hatiye girtin. Heke mirov bala xwe bidê, şefê faşîst Erdogan niha hewl dide gotina "herêma tampon"  di siyaseta hundir de jî nexe devê xwe.

Bê guman heke ev xeyala "herêma tampon" pêk were, dê hemû hevsengiyên herêmê serobin bibin û nakokiyên li herêmê dê kûrtir bibin. Lê nebûna vê îmkanê êşa birînên cinawirê dewleta Tirk a faşîst sivik nake. Li hemberî vê yekê, ev hewldanên dagirkerî û gefên dagirkeriyê ku hîn bêhtir mayînde bûne, gefê li pêşeroja me dixwin ku gefeke mezin li jiyana tevahiya herêmê dixwin. Ji bo vê jî ne tenê li dijî êrişên dagirkeriyê yên gengaz, divê berxwedan were geşkirin, ji bo azadkirina cihên ku hê di bin dagirkeriyê de ne jî, divê têkoşîn were xurtkirin. Ji ber vê sedemê divê gelên Sûriyê û hemû hêzên li herêmên dagirkirî, bi stranên gelêrî li dijî dewleta faşîst berxwedanê geş bikin û artêşa Tirk helaq bikin.

Gelên li Sûriyê, aliyên sosyalîst, rewşenbîr û nivîskar ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn divê li dijî vê êrişkariyê helwesteke çawa nîşan bidin û berteka wan çi be?

Divê hemû hêzên pêşverû yên birûmet, çepgirên Tirk jî di nav de, di nava piştevaniyê de bin. Divê hêzên berxwedanê bi hev re berxwedanê mezin bikin û destpêkê nîşan bidin ku em dikarin van gefên "herêma tampon" bişikînin û herêmên dagirkirî azad bikin. Ji bo vê jî berxwedan şertê pêşîn e. Gelê ku li ber xwe nede, nikare xaka xwe azad bike.

MÎHRAÇ URAL KÎ YE?

Mîhraç Ural ku wek Alî Kayali jî tê naskirin, serokê berê yê Partî-Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyê (Acîlcîler) bû. Niha jî fermandarê yekîneyên Muqqweme Sûriye (Berxwedana Sûriyê) ye ku li Sûriyê ava kiriye. Piştî ku di 12 girtîgehan de ma, hewl da ji Girtîgeha Edeneyê ya Tirkiyê bireve. 31'ê Tîrmeha 1980'yî ji girtîgehê reviya. Di 10'ê Tebaxa 1980'yî de derbasî Sûriyê bû. Li navçeya Reyhanli ya Hatayê (Îskenderûn) di 11’ê Gulana 2013’an de di encama êrişa bombeyî de ku 52 kesan jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve biryara lêgerîna wî hat dayîn. Di Çileya 2018'an de beşdarî komcivîna navneteweyî ya pêvajoya aştiya Sûriyê ya li Soçiyê bû. Bi gotina xwe heta niha 16 caran rastî sûîqestê hatiye.

ANHA