​​​​​​​Tirkiye û DAIŞ… têkiliyeke xurt û dîrokeke hevbeş a xwîndar

Dewleta Tirk a dagirker endamtiya xwe di NATO'yê de paşguh dike û destekeke bê sînor dide çeteyên DAIŞ'ê, di navbera her du aliyan de armanc û têkiliyên hevbeş ên aborî hene, siyasetmedarekî jî hişyarî da ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmê hewl dide DAIŞ`ê vejîne.

​​​​​​​Tirkiye û DAIŞ… têkiliyeke xurt û dîrokeke hevbeş a xwîndar
21 hezîran, 2022   03:15
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di dawiya Adara 2019'an de dawî li hebûna DAIŞ'ê ya erdnîgarî anî, desteka dewleta Tirk ji bo çeteyên DAIŞ'ê dewam kir.

Tevî ku ew endama NATO`yê û Komxebata Têkoşîna li dijî Terorê ya Cîhanê ye, lê di navbera dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ'ê de têkliyên bi hêz hene, ev têkilî di dema êrişên çeteyên DAIŞ'ê li ser Sûriyê de eşkere bûn.

Di 13'ê Îlona 2014'an de dewleta Tirk a dagirker rê da çeteyên DAIŞ'ê ku ji xaka Tirkiyê êrişî Kobanê bikin. Wê demê dewleta Tirk rê nedida ku alîkariyên mirovî derbasî Kobanê.

Çeteyên DAIŞ'ê di 25'ê Hezîrana 2015'an de alîkarî da DAIŞ'ê ku di sînorê Tirkiyê re derbasî bajarê Kobanê û gundê Berx Botan bibin û komkujî pêk bînin. Di wê komkujiyê de 233 welatî şehîd bûn. Welatiyên Kobanê jî diyar kirin ku wan dîtin, çawa çeteyên DAIŞ'ê ji sînorê Tirkiyê derbasî herêmê bûn.

Rojnameya Tarf a Tirkî di 2014'an de raporek belav kiribû û tê de gotibû ku desteka rêjîma Erdogan ji bo çeteyên DAIŞ'ê ne bi dizî bû, çekên ku bi çeteyên DAIŞ'ê re hatine girtin li Tirkiyê hatine çêkirin. Ji ber wê raporê, desthilata Tirk ew rojname rawestand û serokê wê girt.

Gelek caran rojnameya Cumhûriyet a tirkî bi dîmenan şandina çek û cebilxaneyê ji aliyê MÎTa Tirk ve ji bo çeteyên li Sûriyê belge kiribû. Her wiha wêneyê hawanên li nava dermanan di barhilgirekek rêxistineke mirovî ya tirkî de hatibû veşatin belav kiribû.

Çeteyên ku ji DAIŞ'ê veqetiyan eşkere kirin ku li nava xaka Tirkiyê navendên perwerdekirina çeteyên xwekuj hebûn. Li gorî raporeyeke navenda lêkolînên têkoşîna li dijî Terorê ya ewropî ku di sala 2019`an de belav kiriye, çeteyekî fransî di sala 2019'an gotibû wî komeke çeteyan dîtin ku perwerdeyên leşkerî dibirin da ku wan piştre bişînin Lubnan, Sûriye û herêmên din.

Erdogan li hember muxalifên xwe jî çeteyên DAIŞ'ê bi kar anî, çeteyên DAIŞ'ê di sala 2015'an de li Enqerayê 3 komkujiyên mezin ên xwîndar pêk anîn, di encam de 142 kes hatin kuştin. Wê demê raporeke ewropî gotibû ku hikumeta Erdogan biryar dabû çeteyên DAIŞ'ê ku wê teqînê pêk bîne.

Di heman çarçoveyê de malpera Nordic Monitor a swêdî bi raporekê ku tê de belgeyên têkildarî tevgera îstîxbarata Tirkiyê, dosyayên dadgeha cezayan a bilind a 23 ya Enqereyê hebûn,  ragihandibû ku ji bo veşartina nîşanên çekan ên ku Tirkiyê dabûn DAIŞ'ê, bi biryara Erdogan, depoyên cebilxaneyên Tirkiyê hatibûn teqandin.

Nordic Monitor rapora xwe spartibû belge û dosyayên dadgeha cezaya bilind a 23 li Enqerayê. 

Di heman demê de hikumeta Almanyayê, Tirkiyê weke navenda karê rêxistinên Îslamî û terorîst li Rojhilata Navîn bi nav kiribû. Ev yek bi rêya raporekê ku li ser kanala yekem a Almanyayê ARD di sala 2016'an de hatibû belav kirin

Polîsên Awastralyayê jî di sala 2019'an de ragihandibûn ku teqemeniyên giran ên di xebatên leşkerî de têne bikaranîn û ji bo çêkirina bombeya li dijî balafira girêdayî şîrketa federal a firînê di sala 2017'an de li balafirgeha Awstralya pêk hatibû, ji Tirkiyê hatibû şand. Ev madeyên teqemeniyê di çarçoveya komployekê de bi koordîneya DAIŞ`ê ji Tirkiyê hatibûn şandin.

Li kêlek wan belgeyan, serçeteyê DAIŞ'ê Ebû Bekir El-Bexdadî û xelîfeyê wî Ebdulah Qerdaş li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de hatin kuştin.

Lêkolînerên siyasî teqez kirin ku di navbera Erdogan û Ebû Bekir El-Bexdadî de têkliyên dîrokî hene. Bi rêya wan têkiliyan Erdogan rê dida çeteyên DAIŞ'ê ji Tirkiyê derbasî Iraq û Sûriyê bibin, Tirkiyê jî petrol ji DAIŞ'ê dikire.

Ajansa Reuters`ê  di sala 2020'an de ragihandibû ku raporeke amerîkî teqez kiribû ku çeteyên biyanî yên dixwestin tev lî DAIŞ û rêxistinên din ên terorîst bibin ên li Sûriyê û Iraqê şer dikirin, Tirkiyê weke korîdora çûn û hatinê bi kar dianîn.

Hewldanên dewleta Tirk a dagirker ji bo zindîkirina DAIŞ'ê di sala 2022'yan de careke din dest pê kirin. Çeteyên DAIŞ'ê di 20`ê Çileya îsal bi hevkariya dewleta Tirk êrişî girtîgeha Sînaayê kirin. Çete. QSD`ê bi daxuyaniyekê teqez kiribû ku êriş li derveyî sînorên Sûriyê hatiye plankirin û dewleta Tirk berpirsa herî mezin a êrişê ye.

QSD'ê wêneya çekekî belav kiribû ku bi tirkî li ser hatibû nivîsand ku ew cebilxaneya NATO`yê ye û bi çeteyekî êrişeker re hatibû desteserkirin. Li aliyekî din di raporên Pentagon, Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê tê gotin ku hîna 10 hezar çekdarên DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê hene.

Beriya niha ajansa me raporek der barê mikurhatinên jinên DAIŞ'î yên li Kampa Holê belav kiribû. Jinên DAIŞ'î diyar kirin ku wan bi hevkariya rêxistina IHH a tirkî hewil dane ji kampê birevin û berê xwe bidin herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de .

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di Kampa Holê de di vê salê de bêhtirî 27 hewldanên revê ku tê de jinên DAIŞ'ê dixwestin tevî zarokên xwe ber bi herêmên dagirkirî ve birevin, têk birin.

Herêmên mîna Cerablus, Ezaz, Efrîn, Idlib, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî êdî bûne stargeha çeteyên DAIŞ'ê ji bo xwe tê de bi rêxistin bikin. Gelek caran alên DAIŞ'ê li Serêkaniyê di 2020'an de hatin dîtin.

Têkiliya xurt a di navbera dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ'ê de gihişt asta bazirganiyê. Der barê vê yekê de jî raporeke malpera "Ehwal" a tirkî îşaret bi têkiliya aborî ya di navbera Erdogan û DAIŞ'ê de kir ku tê de hat diyarkirin ku Erdogan yekemîn mişteriyê petrola DAIŞ'ê ye, her wiha danûstandinên kirîna petrolê ji DAIŞ'ê gihaştine bi sed hezaran dolaran.

Di raporê de kurê Erdogan "Bîlal" bi "wezîrê petrola DAIŞ'ê" hate binavkirin; ji ber ku wî çavdêrî li kirîn û firotina petrola ku DAIŞ’ê li gelek herêmên Sûriyê û Iraqê dest danîbû ser, dikir.

Serokê Çîkî Mîlos Zeman destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hevalbendekî durist ê çalak ê DAIŞ'ê ye, dema dagirkirina herêmên Sûriyê û Iraqê ji aliyê DAIŞ' ê ve, wê li beramber bidestxistina gelek destkeftiyan, destek dida wan bi taybet di aliyê hinartina petrolê de.

Wezareta Gencîneya Amerîkayê di raporeke xwe de, pereyên DAIŞ'ê yên li cem dewleta Tirk a dagirker eşkere kirin, ku nêzî 100 mîlyon dolar in û DAIŞ bi hêsanî wan bi kar tîne; ji ber ku pergala aborî ya dagirkeriya Tirk derbaskirina pereyan a bi awayekî neyasayî (qaçax) paşguh dike. Di 2019'an de jî wezaretê navên 6 kompanî û kesayetên Tirk ên ku destek didan DAIŞ'ê eşkere kirin û ceza lê ferz kirin.

Bi gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, cîhan di metirsiyê de ye ku ev êriş, DAIŞ'ê li herêmê vejîne. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî wisa dibîne ku êriş û dagirkirina dewleta Tirk a dagirker derfetê ji çeteyên DAIŞ'ê re vedikin da ku ji nû ve vegere û xwe bi rêxistin bike, wek çawa niha li herêmên dagirkirî dike.

Endamê Komîteya Navendî ê Partiya Çepgir a Kurdî li Sûriyê Hisên El-Elî diyar kir ku pêşxistina asta şer û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfetê ji DAIŞ'ê re vedikin da ku xwe vejîne.

Hisên El-Elî wiha anî ziman: "Di dema êrişa li ser girtîgeha Xiwêran de, dewleta Tirk a dagirker dixwest çeteyên DAIŞ'ê ji girtîgehê birevîne, ku hejmarek ji çeteyan ji Tirkiyê derbasî herêmê bûn ji bo wan birevînin û vegerînin Tirkiyê."

El-Elî destnîşan kir ku cîhan şahidê wê rastiyê ye ku dewleta Tirk a dagirker DAIŞ afirand û yên ku şerê DAIŞ'ê kirine QSD'ê, YPG'ê û YPJ'ê bûn.

Hisên El-Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker heta niha destekê dide DAIŞ'ê û hewl dide wan birevîne. DAIŞ jî heta niha amûreke taybet di destê wê de ye ji bo êrişkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek çawa li Lîbya û Qerebax kiriye.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurdî li Sûriyê Hisên El-Elî, daxuyand ku divê civaka navneteweyî ji bêdengiya xwe derkeve û dewleta Tirk a dagirker ji ber destekdayîna wê ya ji DAIŞ'ê re û fînansekirina wê, cezayan lê ferz bike.

El-Elî di dawiyê de got: "Civaka navneteweyî têkiliya xurt a di navbera dagirkeriya Tirk û DAIŞ'ê de baş dizane lê ji ber berjewendiyên xwe, ew bêdeng e. Hemî serçeteyên DAIŞ'ê li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dagirkirî ne, hatine kuştin."

(şt-mh)

ANHA