​​​​​​​Rûspî: Em li rex rêveberiya xwe û QSD`ê ne

Rûspî û siyasetmedaran gef û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê red kirin û piştrast kirin ku divê ew bibin yek da ku li hember van êrişan bisekinin. Her wiha teqez kirin ku ew bi QSD'ê re ne.

​​​​​​​Rûspî: Em li rex rêveberiya xwe û QSD`ê ne
21 hezîran, 2022   01:35
HESEKÊ

Hemwextî zêdebûna gefên dewleta Tirk li dijî herêmê, bertekên gel û beşên civakê zêde dibin. Rûspî û siyasetmedarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga hevgirtin û xwedîderketina li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir.

Rûspiyê eşîra Necara ya Kurd Seûd Musa Helîmo têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku tevî hemû gef û êrişên dewleta Tirk ên domdar li dijî wan, lê ew dev ji vê axê bernadin, ji ber ku ew li ser vê axê dijîn, ne tenê ji bo ku sax bimînin, lê belê da ku hebûn û doza xwe biparêzin.

Helîmo destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ew e ku şêniyan koçber bike û ewlehî û istîqrara herêmê derbe û dagir bike. Helîmo got: "Divê dewleta Tirk baş zanibe ku em nayên tunekirin, ji ber îro hebûna me di cîhanê de ne weke berê ye. Ji ber vê yekê jî teqez em bi vîn û qehremaniya hêzên xwe dê bi ser kevin."

Helîmo piştrast kir ku eşîrên erebî û kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê piştgiriya QSD'ê li dijî dewleta Tirk bikin û di xeta parastinê ya duyemîn de li paş hêzên leşkerî bisekinin û diyar kir ku eşîrên herêmê dê weke hêzeke yedek li paş hêzên pêşîn bisekinin.

Helîmo lê zêde kir ku hemû zarokên wan tev li hêzên leşkerî bûne, ji ber wê ew dê rêya şehîdan bişopînin û dev ji mafên xwe bernadin. Her wiha anî ziman hêzên wan vîna wan temsîl dike

RÛSPIYÊN EŞÎRAN: ZAROKÊN HERÊMÊ AMADE NE KU AXÊ BIPARÊZIN

Ji gundewarên rojhilatê Dêrazorê rûspiyê eşîra El-Selman, Selah El-Selman diyar kir ku welatê wî rastî êrişên hov ji aliyê dewleta Tirk ve tê.

Têkildarî têkoşîna li hember van êrişan El-Selman got: "Pêwîste tevahî pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin yek da ku li hember van êrişan bisekinin ku dê herêmê veguherînin kavilê mîna çawa bi serê birayên me yên ermen kirin."

El-Selman da zanîn ku ji erkê wan e ku weke zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hemû pêkhate û tayifeyên wê amade bin da ku li hember van êrişên ku ewlehî û istîqrara wan dike hedef, bisekinin. Her wiha pêwîste ku piştgiriya QSD'ê bikin da ku li hember van êrişên ku armanc dikin axê dagir bikin, bisekinin.

Selah El-Selman ragihand ku pêwîste civata neteweyî û Netweyên Yekbûyî (NY) helwesteke cidî li hember sûcên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên dagirkirî nîşan bidin ku armanc dike gel tune bike û axê dagir bike.

El-Selman eşkere kir ku ew bi awayekî cidî û rojane bi tevahî Kombûnên eşîrî, saziyên herêmî, leşkerî û rûspiyan re dixebitin da ku bibin yek ji bo ku tedbîrên pêwîst li dijî êrişên dewleta Tirk, bigirin

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê rojhilatê Dêrazorê Mihemed El-Zayid diyar kir ku dewleta Tirk gelek rê û rêbaz bi kar anîn da ku li ser herêmê kontrol bike, aloziya Sûriyê li gorî berjewndiyên xwe bi kar anîn û komên terorîst hewand da ku xewnên xwe yên mêtinger pêk bîne, lê belê vîna gelên herêmê tevahî planên wê têk bir.

El-Zayid wiha domand: “Bi hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi saya şehîdan û şervanên QSD'ê, me DAIŞ û komên terorîst ên herî xeter li cîhanê, têk birin.”

El-Zayid piştrast kir ku ew piştgiriya QSD'ê dikin da ku civak û destkeftiyên xwe biparêzin û aştiyê ji hemû sûriyan re bi dest bixin û Sûriyeya nû û yek ava bikin.

El-Zayid di dawiya axaftina xwe de bang li NY'yê, Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erkê xwe yê exlaqî bi cih bînin û li gorî qanûn û rêgezên navneteweyî bixebitin da ku dagirkeriya Tirk têk bibin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Kg_7VLYJbos" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>