​​​​​​​Rojeva Navenda Nûçeyan A 21-6-2022`Yan

​​​​​​​Rojeva Navenda Nûçeyan A 21-6-2022`Yan
20 hezîran, 2022   23:00

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyê şehîd Ferhad Şiblî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li navçeya Dêrikê saet di 16:00`an de oxir dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlêbûna MSD, QSD`ê civînekê ji şêniyên Herêma Başûr a kantona Hesekê re li navçeya Şedadê li dar dixe da ku geşedanên siyasî û leşkerî yên dawîn nîqaş bikin û nêrîna gel bigirin saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya Fezat Eşaêr ku bi dirşma Şêx û rûspiyên Minbicê bi meclisa xwe ya leşkerî re ne didome.(BI WÊNE Û DÎMEN)

 Ferhad Şiblî stûnek şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an e. Jiyana xwe di oxira doza gelê xwe de û belavkirina fikrê neteweya demokratîk di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de borand. Bi sembola biratiya gelan hat wesifandin. Gelo Ferhad Şiblî kî ye?(BI WÊNE)

Dewleta Tirk a dagirker endamtiya xwe di NATO'yê de paşguh dike û destekeke bê sînor dide çeteyên DAIŞ'ê, di navbera her du aliyan de armanc û têkiliyên hevbeş ên aborî hene, siyasetmedarekî jî hişyarî da ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmê hewl dide DAIŞ`ê vejîne.(BI WÊNE).

Rûspî û siyasetmedaran gef û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê red kirin û piştrast kirin ku divê ew bibin yek da ku li hember van êrişan bisekinin. Her wiha teqez kirin ku ew bi QSD'ê re ne.

Hîdrolog Remedan Hemze da zanîn ku ji ber kontrolkirina jêderên çemê Firatê bi temamî ji aliyê dewleta Tirk ve û bikaranîna çemê wek çekeke bêdeng, Sûriye û Iraq dê bi hişkesaliyeke dijwar re rû bi rû bimînin.

DOSYA

 Dewleta Tirk bi ragihandina xwe ya şerê taybet, ji bo ku sûcên xwe yê dagirkeriyê li ser heremê û têkçûna xwe ya faşîst ya li hember têkoşîna şervanan û gelan hatiye rûxandin veşêre, li ser derewan polîtîkayên xwe rewa dike. Li aliyê din jî bi wan derewan êrişên xwe yên hovane li ser heremê berdewam dike û ew yek jî wekî argûmaneke şerê taybet bi kar tîne. Her wiha êrişên xwe yên qirkirinê li ser heremên Bakur û Rojhilata Sûriyê her diçe dijwartir dike û heya niha êrişên bi çekên giran, topavêj, tank, obîs û hawanan 19 hezar û 879 caran herêm topbaran kiriye.

JIN

Di çarçoveya çalakiyên Kongra Star de ji bo bîranîna komkujiya Hilincê dê serdana malbatên şehîdan ên di komkujiyê de şehîd bûne, bê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo şîrovekirina rewşa siyasî panelek bi dirûşma Bi rêxistin bike, li ber xwe bide û azadiyê pêk bîne, li hola Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Dema ku serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan îdia dike ku dixwaze herêmeke ewle li herêmên dagirkirî ava bike, li wan herêman bûyerên kuştin û tecawîzên li dijî jinan û zarokan rû didin. Ev yek asta êşên ku dikişînin eşkere dike. Gelo dê çawa herêmeke ewle li gel van sûcan ava bike?(BI WÊNE)

ANHA