​​​​​​​Ferhad Şiblî ku stûnek ji stûnên şoreşa 19`ê Tîrmehê ye kî ye ?

Ferhad Şiblî stûnek şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an e. Jiyana xwe di oxira doza gelê xwe de û belavkirina fikrê neteweya demokratîk di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de borand. Bi sembola biratiya gelan hat wesifandin. Gelo Ferhad Şiblî kî ye?

​​​​​​​Ferhad Şiblî ku stûnek ji stûnên şoreşa 19`ê Tîrmehê ye kî ye ?
20 hezîran, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Di hemû şoreşên cîhanê de, navên gelek kesayet û têkoşeran derdikevin pêş ku ji bo gelê xwe tê koşiyan. Lê cudabûneke mezin di navbera şoreşger û têkoşerên şoreşa 19`ê Tîrmehê û şoreşên din de heye; têkoşerên vê şoreş, sembolên wê ne û jiyana xwe bê berdêl, kirin oxira vê şoreşê. Armanca wan ne erk e yan jî navdarbûn e lê belê bê westan ji bo rizgarkirina gelê xwe ji zulm û koletiyê ye û ji bo nirxên mirovahiyê û civakê pêk bînin, tê dikoşin. Di nav wan de Ferhad Şiblî heye ku derdora 3 serdeman ji bo doza gelê xwe tê koşiya.

Şiblî jiyana xwe di oxira avakirina welatekî azad û pêşerojeke ronî ji bo hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xerc kir. Ji bo sepandina têgeha neteweya demokratîk û jiyana hevbeş tê koşiya. Bi şoreşgerê zîrek, têkoşer, însiyatîfgir, dilnaz û xwediyê kena bedew hat naskirin.

FERHAD ŞIBLÎ KÎ YE?

Hisên Şiblî (Ferhad Dêrik) li gundê Qidêrîk ê bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê di 1`ê Çileya 1977`an de di hemêza malbateke welatparêz de hatiye dinê. Di 6 saliyê de, tevî malbata xwe bar dikin Dêrikê. Li wir di refên seretayî û navîn de dixwîne. Bi arambûn û dispîlîna xwe di dibistanê û taxa lê dima de dihat naskirin.  

Di ciwantiya xwe de bi rêya dayîka xwe Şirîn Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike. Bavê wî Hacî Ebdulezîz Şiblî ji me re diyar kir ku Ferhad di destpêka salên 1990`î de tev li kar û xebatên tevgerê bû. Bi rêya dayîka xwe Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike ku wê jî sala 1984`an nas kiriye. Hacî Ebdulezîz Şiblî wiha domand: “Wê demê ez tev li tevgerê nebûbûm. Min kar û xebatên partiyetî bi gelek partiyên din re dikir.”

Hevalê zaroktiyê yê şehîd Ferhad Şiblî, Yusif Hacî Seyfudîn ji ajansa me re diyar kir ku Ferhad, aştîxwaz bû û got: “Di temeneke biçûk de tevger nas kir. Apên wî yên şehîd Şiblî Ebdulezîz (Ferhad) û Elî Ebdulezîz (Ferhad), xalên wî Îsmaîl û Ceger bandor lê kirin. Ji ber wê dev ji dibistanê berda û tev li têkoşînê bû.”

Seyfudîn destnîşan kir ku Ferhad Şiblî piştî fikir û felsefeya Tevgera Rizgariya Kurdistanê bandor lê kir, dev ji dibistanê berda û tev li têkoşînê bû û kar û xebat li piraniya herêm û bajarên Rojava bi taybet li Efrînê meşand û wiha domand: “Ferhad di biçûkahiya xwe de, di nav civakê de dihat hezkirin. Piştî tevgerê nas dike, kesayeta xwe xurttir dike. Karî hemû beşên civakê bigire nava xwe, têkiliyên xwe di navbera hemû beşên civakê de jî xurttir kir.”

MALBAT

Malbata şehîd Ferhad Şiblî ji 3 bira û 3 xwişkan pêk tê. Ew kurê mezin ê malbatê ye. Malbat di salên 1980`î de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike. Rê li pêşiya zarokên xwe vekir ku tev li nav refên têkoşînê bibin ku ji bo doza kurdî tê dikoşe.

Hisên Şiblî (Ferhad Şiblî) navê apê xwe Ebdulezîz Şiblî (Ferhad) li xwe kir ku li herêma Emrelî (Krûka) li Metînayê sala 1993`yan şehîd bûye. Ferhad Şiblî kurê birayê şehîd Elî Ebdulezîz Şiblî ye ku li Erzerûmê sala 1998`an şehîd bûye û kurapê şehîd Şehnaz Seîd Şiblî (Zozan) e ku li herêma Xinêrê ya Başûrê Kurdistanê sala 2006`an şehîd bûye. Her wiha birayê şehîd Asim Hacî Şiblî (Muhsin) e ku li Şengalê di 8`ê Çileya 2015`an de şehîd bûye. Kurmeta wî Elî Mihemed Şiblî (Ferhad) e ku li herêma Mîroka di 22`yê Cotmeha 2014`an de di berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li hember çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûye.

Ferhad Şiblî di nava malbatê de û di nav gelemperiya şêniyên Dêrikê de xwediyê taybetmendiyên baş bû. Dayîka wî got: “Dizanî çi dikir. Aram û bi dispîlîn bû. Ji hemûyan hez dikir. Civakî bû û têkiliyên wî bi dayîka xwe re xurt bûn.”

KURTEDÎROKA TÊKOŞÎNA FERHAD ŞIBLÎ

Ferhad Şiblî sala 1993`yan tev li têkoşîna Tevgera Rizgariya Kudristanê bû. Kar û xebatên siyasî li gelek herêmên Sûriyê bi taybet li Efrîn û Helebê meşandin. Bi rêya lidarxistina civînan û çalakiyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê rolek di birêxistinkirina civakê de lîst. Sala 1997`an de perwerdeyên xwe li cem rêber Abdullah Ocalan dîtin. Piştre berê xwe de çiyayên Kurdistanê û dest bi têkoşîna rizgariyê kir. Li gelek herêman di nav de Garê, Qendîl, Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîna şoreşgerî meşand. Di heman salê de birîndar bû û lingekî wî hat qutkirin û piştre çû bajarê Silêmaniyê da ku bê dermankirin. Ji wir jî çû Kampa Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) û têkoşîna rêxistinî û bîrdozî meşand.

Sala 2000`î Ferhad Şiblî berê xwe da Sûriyê, têkoşîna rêxistinî, siyasî û civakî li gelek herêmên Cizîrê meşand. Sala 2003`yan bi destê îstîxbarata Sûriyê hate girtin û dûre bi çend mehan serbest hate berdan. Tev li Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bû ku sala 2003`yan ava bûye. Heta 2006`an li Efrîn û Helebê têkoşîna rêxistinî meşand. Piştre sala 2007`an çû herêma Cizîrê û çavdêriya xebatên siyasî û rêxistinî yên PYD`ê kir. Jêhatiyên xwe yên rêxistinî xurttir kir û di fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan de lêhûrbûnên xwe zêde kirin.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re, hemû derfetên xwe ji bo birêxistinkirina gel danîn. Ji damezirînerên Meclisa Rojavayê Kurdistanê bû ku sala 2011`an li herêma Girkê Legê ya Cizîrê ava bûye. Piştre çû Efrîn û Heleb û rolek di brêxistinkirina gel de di nav komînan, meclisa û saziyan de, rizgarkirina Efrîn û avakirina pergala demokratîk de li wir û Helebê lîst. Paşê çû Kobanê, Girê Spî û Minbicê.

Ferhad Şiblî kesayeteke birêxistinkirî bû, kengî herêmek ji aliyê hêzên leşkerî ve bê rizgarkirin, ji kesên yekemîn bû ku berê xwe didayê mîna Efrîn, Girê Spî, Minbic û Reqayê. Ji ber kûrahiya wî di aliyên fikrî, felsefî û îdeolojî, tecrubeya wî ya mezin û dirêj di warê rêxistinî de, erkê şêwirmendê hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî. Herî dawî jî bibû cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

Yusif Seyfudîn got: “Piştî destpêkirina şoreşê, amadekariyên avakirina komînan, meclisan li Rojava dihatin kirin. Ferhad jî, hemû tecrubeyên xwe kir xizmeta danîna bername û pergala komîn û meclisan û awayên birêxistinkirin û avakirina wê bi awayekî çalak.”

Her wiha Seyfudîn diyar kir ku Ferhad Şiblî têkoşîneke siyasî û civakî ya mezin li hemû bajar û herêmên Rojava û di nav hemû beşên civakê de meşand û got: “Îslûba wî ya xîtabê bi bandor bû. Bandor li hemû kesên pê re rûdiniştin dikir. Sembola biratiya gelan bû.”

Her wiha Seyfudîn destnîşan kir ku Ferhad Şiblî roleke mezin di çareserkirina nakokiyên navbera beşên civakê de lîstiye û wiha domand: “Armanca wî ya yekane, nasandina fikrê şoreşê, girîngiya projeya neteweya demokratîk bû, ji ber wê berê xwe dida hemû herêmên rizgarkirî.”

Ferhad Şiblî 17`ê Hezîranê di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk li dijî herêma Klara ya Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê de tevî 3 kesên din şehîd bû. Seyfudîn êrişa li dijî Ferhad Şiblî bi êrişkeke tirsonak bi nav kir û li ser zaîfbûna dewleta Tirk a dagirker delîl e ku nikare bi awayekî rasterast şerê têkoşerên azadiyê bike.

Seyfudîn daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker rêveber û kesayetên welatparêz dike hedef, armanc jî girtina ronahiya azadiyê li ser gelê Kurd e û wiha domand: “Şehadeta Ferhad Şiblî bandor li gelemperiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ev êriş ne tenê li dijî Ferhad bû lê belê li dijî hemû welatparêzên azad e. Ji ber wê divê gelê me li hember vê dijminê hov bibe yek û xeta xiyanetê têk bibe.”

ÇI LI SER FERHAD HAT GOTIN?

Agahiya şehadeta Ferhad Şiblî, rastî nerazîbûnên gel û civakê hat ne tenê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê belê li ser asta Kurdistan û cîhanê bi giştî. Wêneyên wî, beşên ji dîmenên axaftinên wî li ser malpera tevan civakî hatin belavkirin. Fîras Qasas ku rojnamevanekî sûrî yê muxalif e got: “Mixabin, min Ferhad Dêrik nas nekir. Lê min koka kûr a dara malbata wî ya welatparêz nas kir. Min Îsmaîl Dêrik di rêwîtiya xwe ya yekemîn de li herêmên Rêveberiya Xweser nas kir. Min çiqas hez dikir bi Îsamîl re biaxivim. Giyanê wî yê xweş, mîna ava ji lûtkeyên çiyayên Kurdistanê diherîkî bû. Dil û hêza wî li ser hezkirinê, bilindahî û xêrxwazî, kesayeta xurt û pêşbin bû… Ferhad Dêrik îro tev li galaksiya şehîdan bû. Hevalên wî ku beşdarbûn û bandora wan emirê me derbas dikin, ji hebûn, berxwedan û têkoşînê dizivirin fikr, çîrok û efsaneyan. Erê rast e şehîd namirin, şehîd namirin.”

Çalakvan Hesen Mihemed Elî jî li ser hesabê xwe yê Facebookê bi dirêjahî behsa taybetmendiyên Ferhad Şiblî kir û got: “Beriya 20 rojan ez pê re rûniştim. Di wê hevdîtinê de ku me li ser paşerojeke têkoşînê, nûdemeke hewl dide bimîne û pêşerojeke li benda avabûnê, kom kirî, te behsa gera xwe ya dawî di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji Şehba heta Minbic, Kobanê, Tebqa, Reqa, Cîzir û Dêrikê kir.

Gera te, ya xatirxwestinê bû. Me fêm nekir ku çavên te yên azad xatir ji asoyên li wê rûberê dixwest. Detayên gotinên te, bi hêz û vîn têkil bûn. Me nizanî xatirxwestina dawî bû. Em tê negihiştin wê kêliyê Ferhado. Mîna ku tu wesiyet li me dikir, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destkeftiyên xwe û nirxên xwe biparêzin. Dibe ez careke din we nebînim. Haj xwe hebin, biparêzin, şewq bidin û li ber xwe bidin. Astengiyên mezin hene, erkên mezin hene, çareserî jî divê li ser rê bin. ”

Hesen Mihemed wiha domand: “Tu Ferhad Kobanê, Ferhad Girê Spî, Ferhad Hesek, Ferhad Efrîn, Ferhad Dêrik, Ferhad Eyn Îsa û Ferhad Reqa bû. Tu Ferhadê şehîdan û Ferhadê malbatên şehîdan bû.

Detayên hêviyê û êşê li herêmên rizgarkirî, avakirina Rêveberiya Xweser tîn bîra te… li gel xebatên mezin, tu bi xelkê re li ser bingeha rêgezên te di şoreşê de çandine mijul dibû da ku nirxê mirov eşkere bikî ku nirxê herî bilind e.

Detayên pir, nirxê mirovahiyê û cewherê mirov li cem te destnîşan dibin…

Detayên Ferhadê şoreşger, xwediyê helwest, hêz û plankirinê ji bo pêkanîna çareseriyê…

Ferhadê dilnaz mîna zarokekî û xurt mîna guleyê dabenceyekê…

Ferhadê pêşerojê di Partiya Sûriya Pêşerojê de û rola wî di sekreteriya giştî de…

Ferhadê cih, ferhadê erk, di partî û rêveberiyê de… erk bidin me û em ê rêveberiyê gûrbikin…

Ferhadê Rojava ku bê westan, bêxewî û bi serkeftin tev li qonaxên damezrîner ên bêhempa bû…

Ferhadê bav, ê ku turikên xwarin û mûnê hazir dikir dema em de perwerdeyê de bûn…

Ferhadê axaftinan, ku di gotinên xwe de tiştên nedikarî veşêre eşkere dikir…

Ferhadê helwestê, ku bi hemû rewşên kirîtîk re bi hêz û pisporî mijul dibû…

Ferhadê însiyatîfan, di kêliya ku pêwîstiya rewşê bi însiyatîfan heye…

Ferhadê şervan, Ferhadê rêber, Ferhadê mamsote, Ferhadê siyasî û Ferhadê rêxistinî…

Ferhadê entersyonalîst bi hemû detayên vê cîhanê ku bi neteweyan rengîn e.

Ferhadê maceraperst ku sînorên macereyê nas nedkir, madem doz jiyan an mirin e. Ey hevalê min ê şehîd. Ey hevalê min Ferhad, dema dikevim kûrahiya bîranîna, ez xwe di deryaya Ferhad de dibînim. Hevalê min bibore, deryaya te ya fireh, ne pêkane ku em bigihêjin dûrahiyên wê her çiqas em tê de kûr bibim.

Îro mirin, erkê te temam kir. Îro xeder erkê xwe anî cih. Îro ji her demê bêtir em dizanin ku ev mirinê xedar, dê nikaribe xelekê qut bike. Nikare bigihêje armanca xwe. îro em dizanin ey ferhado, xatirxwestina te jiyeneke nû ye. Dûrbûna te, peywendiyeke din e. Tunebûna te, gereke biçûk e. Ferhadê tine, destpêka rabûna bi hezaran ferhadan e ku teoriya te, keda te, têkoşîne te û deryaya te ji xwe re kirine bingeh.

(şx)

ANHA