Rûspiyên eşîrên Dêrazorê teqezî bi berxwedana li hember dagirkeran kir

Şêx û rûspiyên eşîrên gundewarên rojavayê Dêrazorê bi daxuyaniyekê teqezî bi redkirina binpêkirin û sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê pêk tîne kir û îşaret bi girîngiya berxwedan û hevgirtinê li hember dewleta Tirk kir.

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê teqezî bi berxwedana li hember dagirkeran kir
20 hezîran, 2022   15:38
DÊRAZOR

Bi dehan şêx û rûspiyên eşîran, endamên saziyênê sivîl li çerxerêya bajarokê El-Kesra yê rojavayê Dêrazorê kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Komîteya Kar û Barên Olî ya rojavayê Dêrazorê Elî El-Şetî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de rejîma Tirkiyê ya hovane û çeteyên wê ku gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siyaset û hovîtiya wan hatin şeremzarkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk malan topbaran dike, zarok û jinan dikuje da ku sînaryoya osmanî dûbare bike û qanûnên navneteweyî binpê dike, her wiha komkujiyan pêk tîne û aramî û ewlehiya Rojhilata Navîn bi giştî xira dike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku paşguhkirina rejîmê, ne eşkerekirina helwestekê li dijî dewleta Tirk tê wateya hevkariya wê li dijî Sûriyê û hat gotin: “Rejîm dixwaze desthilata xwe biparêze û xebatên milîsên îranî yên kîna wan bi gelê Sûriyê re heye, hêsantir bike.”

Di dawiyê de hate teqezkirin ku gelên herêmê li hember komployên mêtingeriyê bi hêztir dibin û Rêveberiya Xweser a ku wan kom dike, her wiha piştrast kir ku dê destekê bidin QSD`ê û dê destekê bidin projeya demokratîk a li herêmê.

(bx)

ANHA