Panela bi boneya Roja Penaberan a Cîhanê li Qamişlo hatiye lidarxistin berdewam e

Panela ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan û Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê ve bi boneya Roja Penaberan a Cîhanê hatî lidarxistin, didome.

Panela bi boneya Roja Penaberan a Cîhanê li Qamişlo hatiye lidarxistin berdewam e
20 hezîran, 2022   15:12
QAMIŞLO

Panel bi dirûşmeya "Koçberkirina bi darê zorê sûcekî li dijî mirovahiyê ye" li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo destpê kir. Di panelê de endama Rêxistina Mafên Mirovan Xalîde Şêxmûs wiha axivî: "Em bi hêvî ne ku bi hevre bighêjin pêşniyar û encamên ku sûdê bidin alîkarîkirina koçberan ku bi darê zorê koçber bûne. Her wiha di vê rojê de 20`ê Hezîranê em bala cîhanê bikişînin ser aloziya penaber koçberan ku cîhan her sal vê rojê weke Roja Penaberan a Cîhanê pîroz dike."

/ar/uploads/files/2022/06/20/140331_khaldh-shykhmws.webp

Xalîde Şêxmûs diyar kir ku sala 2001`an salvegera 50`emîn a peymana 1951`an a taybet bi penaberan bû, ji be wê jî Komeleya Giştî ya NY`yê biryar da ku 20`ê Hezîranê weke Roja Penaberan a Cîhanê pîroz bike û di vê rojê de penaberên ku ji ber şer ji welatê xwe reviyane, têne xelatkirin.

Xalîde Şêxmûs destnîşan kir ku projeya Erdogan eşkere kiriye ku dixwaze milyon penaberên sûrî ji Tirkiyê vegerîne herêmên Bakurê Sûriyê mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û wan li wir bi cih bike, ev jî di aliyê qanûnî de, gefan li jiyana penaberan dixwe.

Paşê beşê yekemîn ji panelê ji aliyê yek ji rêveberên Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cûma ve dest pê kir. Di beşê yekemîn de nexşerêya penabertiya sûrî, binpêkirinên li dijî penaberên sînorê Sûriyê – Tirkiyê derbas kirine, kampên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kampên li herêma Cizîrê, kampên li herêma Firatê, kampên Ii herêma Tebqa û Reqa, kampên li herêma Minbicê û kampên li Dêrazor û Efrînê, hate nirxandin.

/ar/uploads/files/2022/06/20/140315_afyn-jmah.webp

Evîn Cûma got siyaseta koçberkirina gelê Sûriyê bi darê zorê hîna ji beriya destpêkirina aloziya Sûriyê tê meşandin, armanca wê guhertina demografiya herêmê nexasim herêmên bakurê welêt ku praniya şêniyên wan Kurd in, derxistina wan ji herêmên wan, belavkirina wan li hundir û derveyî welêt.

Evîn Cûma di axaftina xwe de hejmara koçberên di kampên herêma Cizîrê de eşkere kir û got: Li Kampa Telaê li Serêkaniyê 13 hezar û 242 koçber, Kampa Erîşa ya başûrê bajarê Hesekê 14 hezar û 542 koçber, Kampa Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê 56 hezar û 124 kes hene ku beriya çend salan zêdetirî 74 hezar bû. Kampa Waşûkanî 16 hezar û 157 kes û Kampa Newroz 5 hezar û 390 kes, hene.

Her wiha îşaret bi hejmara koçberan ên di kampên herêma Firatê de hat kirin û ev agahî hatin parvekirin: Li Til Simin 6 hezar û 448 koçber, Kampa Mehmûdlî 8 hezar û 900 koçber, li Kampa Tiwahne 2 hezar û 200 koçber, li Kampa Minbicê ya Nû 3 hezar û 355 koçber û li ya berê 2 hezar û 179 koçber û li Kampa Ebû Xeşeb li Dêrazorê 10 hezar û 738 koçber hene.

Li herêma Efrînê 5 kamp hene; Kampa Berxweda tê de 2 hezar û 673 koçber, Kampa Serdem 3 hezar û 175 koçber, Kampa Şehba 480 koçber, Kampa Avrîn 447 koçber û Kampa Veger 468 koçber hene.

Di dawiya vî beşî de, raporek têkildarî rewşa jiyanî, tenduristî û perwerdehî ya kampan hate xwendin. Evîn Cuma jî bang li rêxistinan kir ku alîkariyê pêşkêş bikin.

/ar/uploads/files/2022/06/20/140438_nsryn-athman.webp

Di mijara duyemîn a panelê de, endama Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Nesrîn Osman axivî û behsa aliyê qanûnî yê rewşa penaberan û koçberan kir û got: “Piştî ragihandina cîhanî ya mafên mirovan sala 1948`an û peymana NY ya sala 1945`an, piştgirî û peydakirina parastina qanûnî ji penaberan re derbasî asoyeke nû bû. Ev roj berhema her du peyaman e.”

Nesrîn Osman wiha domand: “Dewleta Tirk ne tenê gef dixwe lê belê pêk tîne, terorê bi kar tîne û bi aştiyê bawer nake, lê belê wê dişewitîne. Penaberan naparêze lê belê koçber dike û li ser aloziya wan bazaran dike.”

Di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî hat kirin ku hewl bidin penaber bi dabînên navneteweyî vegerînin warên wan, dagirkeriya Trik yekser bi dawî bibin, berpirsên koçberkirina sivîlan bên darizandin.

(bx)

ANHA