Panela bi boneya Roja Penabaran a Cîhanê li dar ketiye bi encamnameyekê bi dawî bû

Panela ku Rêxistina Mafên Mirovan û Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi boneya Roja Penaberan a Cîhanê bi dirûşma “Koçberkirina bi darê zorê sûcekî li dijî mirovahiyê ye”, bi encamnameyekê bi dawî bû.

Panela bi boneya Roja Penabaran a Cîhanê li dar ketiye bi encamnameyekê bi dawî bû
20 hezîran, 2022   16:06
QAMIŞLO

Panel li dika Zanîngeha Rojava bi beşdarbûna nûnerên saziyên rêveberî, sivîl û rêxistinên mafên mirovan û yekitiyên civaka sivîl, endamên rêveber û xwendekarên Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo li dar ket.

Di panelê de du mijarên sereke; aliyê mirovî û aliyê qanûnî yên rewşa penaberan hatin nirxandin.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû ku endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cuma ew xwend.

Encamnameya panelê wiha ye:

“Koçberkirina bi zorê ya li Sûriyê pêk hatî, armanca wê, guhertina demografiya binesaziya niştecihên Sûriyê ye. Ev yek li ser binesaziyê û silametiya herêmê bi giştî xeter e û dê bi xwe re şerekî navxweyî ya demdirêj bîne. Divê NY û civata navneteweyî paşguhkirina xwe rawestîne û nehêle ev yek pêk were. Projeyên mêtingeriyê qebûl neke ku li ber çav û guhên wê beyî çavdêrî û li gorî peyman û ajandeyên navneteweyî û herêmî ava dibin.

Divê aliyên nakok pabendî qanûnên navneteweyî yên mirovî û yên mafên mirovan bin. Divê komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî ya pisporê koçberiya bi zorê li Sûriyê pêkhatî, ji aliyê NY û Meclisa Ewlehiyê ve bê avakirin. Divê berpirsên vê koçberiyê bên darizandin û rê nedin ku lihevkirineke din pêk bînin ku dibe sedema koçberkirineke din û dagirkirina herêmên din ên Sûriyê.

Divê penaber û koçber bi dabînên navneteweyî vegerin warên xwe, dagirkeriya li Sûriyê bi dawî bibe, hêzên navneteweyî yên bêalî derbasî herêmê bibin û ewlehiyê biparêzin.

Divê alîkariyên mirovî bigihêjin herêmên wêranbûyî yên li bakurê Sûriyê bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ji hemû aliyan ve hatiye dorpçêkirin û tu deriyên sînor an jî korîdoreke mirovahiyê lê nîne ku alîkarî tê re derbasî herêmê bibin bi taybet ên tenduristî û xêrxwaziyê. Divê deriyê sînor ê Yarûbiye yê li ser sînorên Iraq-Sûriyê bê vekirin. Tevî ku tê zanîn deriyê yekane li herêmên dagirkirî ye ku nahêlin alîkarî bigihêjin herêmên navborî.

Divê rêxistinên mirovî yên heyî, projeyên geşepêdanê û rêbazên jiyanê pêk bînin û piştgiriyê bidin binesaziya riziyayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rê li pêşiya bêkariyê bigirin, girîngiyê bidin perwerdeyê û têkilkirina koçberan di civakê de bi rêya hemleyên hişyariyê û desteka derûnî bi taybet di nav kampan de.

Divê çareserî ji qutkirina ava çemê Firatê bê dîtin û rê nedin ku wê wek çekekê ji bo koçberkirina sûriyan, bê bikaranîn. Ji ber qutkirina wê, jiyana bi milyonan sûrî dike xeteriyê.

Dîtina çareseriyeke bingehîn ji bo pirsgirêka penaberên biyanî yên çeteyên DAIŞ`ê yên di Kampên Hol û Roj de. Êdî ev koçber li ser herêmê bi giştî xeter in li gel girêdana wan bi fikirê cîhadî yê tundraw û israra wan li ser piştgirîkirina fikrê vejandina DAIŞ`ê. Da ku sûcên din ên hovane li dijî mafên mirovan li herêmê û cîhanê bi giştî pêk bînin. Divê dewletên hemwelatiyên wan di nav de hene, wan vegerînin, bi taybet jin û zarokan bi hev re ne tenê zarokan vegerînin. Ji ber vegerandina zarokan beyî dayîkên wan, li dijî mafên zarokan, jinan û qanûnên mirovî yên navneteweyî ye.

Bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê kirin ku hewldanên xwe zêde bike da ku piştgiriyê bide kobçeran ku bi zorê ji herêmên xwe yên dagirkirî koçber bûne, xebatên bingehîn, derfetên kar, pêdiviyên jiyana bi rûmet ji wan re peyda bikin, girîngiyê bide aliyê perwerdeyê, ji vê bêtir parastinê ji jinan re peyda bike ji ber ew ya herî zêder bi xeteriyê û bikaranîn re di nav kampan de rû bi rû dimîne.

Bang li dewleta Sûriyê bê kirin ku erkên xwe bîne cih, bi awayekî fermî dagirkeriyê û koçberkirinê nas bike, hewl bide vê dagirkeriyê bi dawî bike, bi awayekî fermî kampên koçberan li herêmên Şehba, Til Rifet û Cizîrê nas bike.”

(şx)

ANHA