HPG: Hevrêyên me Têkoşer, Şervan, Baran û Akîf şehîd bûn

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên sala 2020`an li herêma Marînos a Wanê di êrişên dagirkeriya Tirk de şehîd bûne eşkere kir. HPG`ê soza tolhildana şehîdan û pêkanîna armanca wan a mezin; azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê, nû kir.

HPG: Hevrêyên me Têkoşer, Şervan, Baran û Akîf şehîd bûn
20 hezîran, 2022   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"24'ê Îlona 2020'î li herêma Marînos a Wanê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de hevrêyên me Têkoşer, Şervan, Baran û Akîf şehîd bûn. van hevrêyên me, ku her yek ji wan mînakek ji milîtaniya Apoyî ya bi mînak e, bi helwesta xwe ya zelal a li dijî dijmin, bi biryardariya xwe ya li serketinê û têkoşînê, li her devera ku lê man bûn çavkaniya hêz û moralê ji hevrêyên xwe re. Şehadeta van hevrêyê me yên hêja ji bo me bûye hinceta hîn bêhtir têkoşînê. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna van hevrêyên xwe yên leheng bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Têkoşer Garzan

Nav paşnav: Mûhammed Koyûmcû

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Azîze-Raûf

Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2020 / Wan

Nasnav: Şervan Goyî

Nav paşnav: Munîr Babat

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Asya-Kerevan

Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2020 / Wan

Nasnav: Baran Garzan

Nav paşnav: Recep Şay

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dayik-Bav: Denîz-Mehmet Şîrîn

Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2020 / Wan

Nasnav: Akîf Bagok

Nav paşnav: Abdûllah Akcan

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Meryem-Şehmûs

Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2020 / Wan

Hevrêyên me Têkoşer, Şervan, Baran û Akîf bi wêrekî û fedakariya xwe di demeke kurt de li qada Botanê li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Bi tevlîbûna xwe ya bi kedkarî, wezîfe û berpirsyariyên xwe yên li Botanê bi rengekî serketî bi cih anîn. Em gelekî bi şens in ku bi milîtanên Apoyî yên welê hêja re man û têkoşiyan. Em soza xwe dubare dikin ku xwîna van şehîdên xwe yên leheng li erdê nehêlin û armanca wan a mezin; azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê misoger bikin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyê me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."