​​​​​​​Meclisa Girê Spî êrişa li dijî şehîd Ferhad Şiblî şermezar kir

Meclisa Kantona Girê Spî şehîdxistina siyasetmedar Ferhad Şiblî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê berpirsên êrişê nîşan da.

​​​​​​​Meclisa Girê Spî êrişa li dijî şehîd Ferhad Şiblî şermezar kir
20 hezîran, 2022   12:13
EYN ÎSA

Têkildarî mijarê Meclisa Kantona Girê Spî daxuyaniyek da. Daxuyanî li qada meclisê ya li navçeya Eyn Îsayê ji aliyê hevserokê Komîteya Aborî Nûr Hemadî ve hat xwendin û bi dehan endamên sazî û komîteyên kantonê beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de hedefgirtina cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî ji aliyê dewleta Tirk ve, hat şermezarkirin.

Her wiha bang li hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê hat kirin ku li hember vî sûcî helwesta xwe zelal bikin. Bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û dewletên garantor jî hat kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk û binpêkirinên li dijî gelên herêmê bisekinin, zextê li dewleta Tirk bikin da ku ji herêmên dagirkirî derkeve û vegera ewle ya koçberan mîsoger bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev sûcên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedar û têkoşeran, dê israra me ya têkoşînê qels nekin. Em ê heta rizgarkirina axa xwe ji teror û dagirkeriyê û ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin, bidomînin.”

(dm)

ANHA