Rêveberiya Xweser a Firatê: Başûrê Kurdistanê berpirsê hedefgirtina Ferhad Şiblî ye

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê da zanîn ku hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsê hedefgirtina şehîd Ferhad Şiblî ye û diyar kir ku dewleta Tirk serweriya hikumetên Bexda û Hewlêrê binpê dike.

Rêveberiya Xweser a Firatê: Başûrê Kurdistanê berpirsê hedefgirtina Ferhad Şiblî ye
20 hezîran, 2022   12:26
KOBANÊ

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker roja înê erebeyek li Kelarê ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê kir armanc, di encamê de 4 kesên şehîd bûn û yek jî birîndar bû.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî di êrişê de şehîd bû. Ferhad Şiblî ji bo hin testên tibî û dermankirinê li Silêmaniyê bû.

Girseya gel û aliyên siyasî şehîdkirina şehîd Ferhad Şiblî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê şermezar kir.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker peymanên navneteweyî û serweriya neteweyî ya dewletên cîran binpê dike.

Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê li pêş avahiya Meclisa Rêveber a Kobanê daxuyaniyek da.

Hevseroka Desteya Aborî ya herêma Firatê Merwa Dirêî bi zimanê erebî û cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji bo berdewamkirin û îsbatkirina siyaseta terorê ya derveyî sînoran, careke din dewleta Tirk a dagirker welatiyan bi rêya balafirên xwe yên bêmirov dike hedef. Bi vê yekê tu rêzê ji peymanên navneteweyî û serweriya neteweyî ya dewletên cîran re nagire. Armanckirina siyasetmedar Ferhad Şiblî li Başûrê Kurdistanê ku li wir xwe derman dikir, binpêkirina serweriya Iraqê û Başûrê Kurdistanê ye.

Hikumeta herêma Kurdistanê berpirsa parastina kesên derbasî xaka wê dibin, her wiha dewletên garantor ên peymanên agirbestê, DYA û Rûsya jî berpirs in. Rêveberiya Xweser ji aliyê xwe ve pabendî agirbestê bû, lê dewleta Tirk li gorî peymanan tev nagere û armanca wê jî tevliheviyeke ewlehî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne da ku ji nû ve DAIŞ’ê ku baskê wê yê terorîst e, zindî bike.

Em bang li cîhana azad, saziyên hiqûqî, NY’yê û dewletên garantorên peymanên agirbestê dikin ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re deynin.

Şehîd namirin, bimire îxanet, dagirker, bijî biratiya gelan."

(fr)

ANHA