Di çalakiya konvendanê ya li Qamişlo de banga hevgirtinê hate kirin

Di çalakiya konvendanê ya roja dawî de ku ji aliyê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve li Qamişlo hatiye lidarxistin, banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê hate kirin.

Di çalakiya konvendanê ya li Qamişlo de banga hevgirtinê hate kirin
19 hezîran, 2022   13:51
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û siyaseta guhertina demografiyê ya li herêmên dagirkirî, Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk 15`ê mehê li bajarê Qamişlo, konê çalakiyê vegirt.

Di roja çaran a dawî de oldar, îmam û meleyên mizgeftan, nûnerên saziyên civakî, siyasî û sivîl tev li çalakiyê bûn.

Hevserokê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Mihemed Mele Reşîd Xerzanî anî ziman ku vegirtina konê çalakiyê rêbazekî berxwedanê yê li dijî êrişên dijmin e.

Xerzanî îşaret bi projeya demokratîk a li herêmê kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke heye ku maf û çandên hemû pêkhateyan diparêze."

Bi navê Navenad Lêkolînên Bawerî û Olan a girêdayî Kongreya Civata Îslama Demokratîk Mahir Temran jî got: "Tevlêbûna me ya vê çalakiyê bi armanca redkirina dagirkeriya Tirk û hewldanên wê yên pêkanîna êrişan li ser gelê me ye."

Temran da zanîn ku divê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê hemû pêkhate yekitiya xwe ava bike û got: "Ji ber ku êrişên wê yên li dijî Lîbya û Somal û herêmên din bi armanca berfirehkirina qada dagirkeriyê û zindîkirina împerastoriya Osmanî ye.''

Mahir Temran îşaret bi durûlîtiya dewletan a li hemberî aloziya Sûriyê kir û got: "Welatan xwest sûdê ji aloziya Sûriyê werbigirin, di serî de a dewleta Tirk. Li aliyekî din jî hebûna çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Tirkiyê îdia dike ku ewle ne li dijî qanûnên navneteweyî ye."

Di dawiyê de Mahir Temran bang li rêxistinên hiquqî, mirovî û NY`yê kir ku li dijî êrişên heyî bisekinin.

Berdevkê Meclisa Rûspiyan, Şêx Sînan Seydoş çalakî silav kir û diyar kir ku ev çalakî asta hezekirin û girêdana gel bi xaka xwe ve nîşan didin.

Seydoş êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê şermezar kir û got: "Êrişên li dijî HPG`ê bi armanac qirkirinê ye, ji ber ku li dijî timayên wê yên li herêmê sekinin lewma hewl dide bi hemû rêbazan hêza rewa ya parastina mafên gelê Kurdistanê dikin, têk bibe. Li hemberî vê divê jî gel hevgirtina xwe ava bike."

(eh)

ANHA