​​​​​​​QSD'ê li Dêrezorê serçeteyekî  DAIŞ'ê girt

Hêzên taybet ên QSD'ê bi operasyonekê serçeteyekî DAIŞ'ê li rojhilatê Dêrezorê girt.

​​​​​​​QSD'ê li Dêrezorê serçeteyekî  DAIŞ'ê girt
19 hezîran, 2022   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku yekîneyên antîterorê bi hevkariya Koalsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê li dar xist.

Li gor daxuyaniya QSD'ê, operasyon li gundê El-Hice yê li nêzî bajarokê Busêra pêk hat.

Di operasyonê de serçeteyekî DAIŞ'ê ku çete derivandin û destê wî di veguhestina çeteyên ji girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de reviyane heye, hat girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dema lêgerîna li mala wî serçeteyî, çek, cebilxane, hin amûr û belge hatin dîtin.

(şt)