Serokkomarê Iraqê êrişên li ser Êzidiyan şermezar kirin

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di civîna bi şaneya Şengalê re, êrişên li dijî ser Şengalê şermezar kirin.

Serokkomarê Iraqê êrişên li ser Êzidiyan şermezar kirin
19 hezîran, 2022   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Ragihandina Serokkomarê Iraqê daxuyaniyekê belav kir û destnîşan kir ku Berhem Salih bi amadebûna Serokê Parastina Nîştîmanî Hemîd El-Şatirî li koçka Selam a li paytext Bexdayê pêşwazî li şandeyeke xelkê Şengalê kir.

Li gorî Ofîsa Ragihandina Serokkomarê Iraqê ragihandî, di civînê de Berhem Salih gotiye: “Xelkê Şengalê ji ber tundutijî û terorê gelek êşên mezin kêşane. Li gel van jî bi awayekî lehengî li beramberî van êş û astengiyên cur be cur sekinîne. Pêwîste dawî li êşên xelkê Şengalê were anîn û rewşa herêmê bigihe aramiya xwe ku penaberên herêmê li xaka xwe vegerin. Divê dawî li aloziyên li bajêr were anîn ku dibe sedema êriş li ser asayîş û aramiya Êzdîxanê tê kirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin; “Serokkomarê Iraqê eşkerekir ku divê ji bo çareserkirin û dawî anîna pirsgirêkan pêngavek ji aliyê Hikumeta Federal û Hikumeta Herêma Kurdistanê ve bê avêtin. Pêwîste derbazkirina astengiyên siyasî û îdarî, ji bo tezmînata Êzidiyan û karkirina ji bo avakirina Şengal û rêxistinkirina bajêr, bi daxwaza xelkê Şengalê pêkwere.”

Hêjayî gotinê ye di 15’ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û bi çek êrişî Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê kiribû. Di bombebaranê de zarokekî 12 salî jiyana xwe ji dest da û 7 welatî jî birîndarbûn.