Bi du bûyerên cuda, li Derayê welatiyek û leşkerekî hikumeta Şamê hatin kuştin

Kesên nenas li gundewarên bakur û rojhilatê Derayê welatiyek û endamekî hêzên hikumeta Şamê bi guleyan kuştin.

Bi du bûyerên cuda, li Derayê welatiyek û leşkerekî hikumeta Şamê hatin kuştin
19 hezîran, 2022   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), çekdarên nenas li bajarokê Til Şihab ê gundewarên bakurê Derayê gule li welatiyekî reşandin û ew kuşt.

Li gorî SOHR`ê, vê sibehê jî endamekî hêzên hikumeta Şamê ji aliyê kesên nenas ve li bajarê Hîrak ê gundewarê rojhilatê Derayê bi buleyan hat kuştin.

SOHR'ê ragihand ku endamê hêzên hikumeta Şamê yê hatî kuştin ji bajarê Izrie ye û li bajarê Hîrak bi cih dibû, ku demeke dirêj tevî bavê xwe ji aliyê “Ewlehiya Leşkerî” ve hatibû girtin û piştî ji girtîgehê derket tev li hêzên hikumeta Şamê bû.

Li Derayê tevlîheviya ewlehiyê heye û bûyerên kuştin û sûîqastkirina sivîl û leşkerên hikumeta Şamê zêde bûne, bi taybet piştî ku hikumeta Şamê bi sponseriya Rûsyayê, “lihevhatin” pêk anîn.

(dm)