Federasyona Gaziyan: Em ê tola şehîd Ferhad Şiblî hilînin

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî şehadeta têkoşer Ferhad Şiblî sersaxî xwest û soz da ku ew ê tola şehîd Ferhad hilînin.

Federasyona Gaziyan: Em ê tola şehîd Ferhad Şiblî hilînin
19 hezîran, 2022   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 17’ê Hezîranê de balafirek bê mirov û bi çek li Kelarê wesayîtek bombe kir. Di encama êrişê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî û 3 kesên din şehîd bûn.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî şehadeta têkoşer Ferhad Şiblî daxuyaniyek da û anî ziman ku îro careke din ew şoreşger û pêşengekî din wenda dikin û got: “Lê bila rêheval Ferhad rehet be ew ê tola wî rakin û gelê xwe azad bikin.”

Federasyonê bi bîr xist ku şehîd Ferhad hevalekî di lingê xwe de birîndar bû, lê dîsa jî bê westan kar û xebata bi armanca azadiya gelê xwe û Kurdistanê meşand.

 Federasyonê diyar kir ku hevalê Ferhad di dirêjahiya Şoreşa Rojava de kedeke mezin nîşan da û 17`ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov li Kelarê ya parêzgeha Silêmaniyê ew kir armanc û wiha anî ziman: "Em jî wekî hevalên birîndar sersaxiyê ji malbata şehîd Ferhad û hemû hevalên wî re dixwazin û soza şopandina rêya şehîdan didin."  

ANHA