Li mezintirîn zeviyên gazê yên li başûrê Îranê şewat derket

Medya Îranê ragihand ku kesên nenas êrişî zeviyê Pars ku mezintirîn zeviyên gazê li başûrê welêt e, kirin û di encamê de şewat derket. Di mehên dawîn de ev şewata duyemîn e ku bi zanabûn di saziyên enerjiyê yên Îranê de derdikeve.

Li mezintirîn zeviyên gazê yên li başûrê Îranê şewat derket
19 hezîran, 2022   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Fars News a Îranê, kesên nenas îro êrişî zeviyê Pars kirin ku mezintirîn zeviyên gazê li başûrê Îranê ye, li ser wê yekê agir bi zevî ket.

Serokê nivîsgeha kontrolkirinê ya zeviyê Pars li bajarê Esoliyê ya parezgeha Bûşher Muxtar Ciwanzade piştrast kir ku keseke yan kesên nenas vê berbangê êrişî beşa kontrolkirinê kirin û madeyên şewitandinê avêtin, di encamê de agir bi nivîsgeha serokê nivîsgehê û sekerterê wî yê şexsî ket.

Marpelê Ferda ya Îranî jî diyar kir ku di mehên dawîn de ev cara duyemîn ku bi zanebûn agir di saziyên enerjiyê yên Îranê de derdiekve.

Di 18'ê Adarê de jî agir bi 11 erebeyan li kombûna Petrokîmyewî ya li bajarê Mahşerê yê li başûrê Îranê ketibû.

Îran duyemîn mezintirîn rezerva gaza xwezayî ya cîhanê ku 34 trilyon metrekup e, dihewîne û zêdeyî ji sedî 50 gaza xwezayî ya Îranê ji zeviyê Parsê yê başûrê welêt tê hilberandin.

Zeviyê gaza xwezayî “Pars” li Kendava Ereban e, Qeter û Îran li hev parve dikin û mezintirîn zeviyên gazê li cîhanê ye.

(dm)