Şêniyên herêma Firatê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn

Şêniyên herêma Firatê bi çalakiyên cuda şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

Şêniyên herêma Firatê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Firatê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Firatê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Firatê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Firatê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Firatê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Firatê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
19 hezîran, 2022   12:22
KOBANÊ

Kongra Star a Kantona Girê Spî îro li navçeya Eyn Îsayê bi boneya salvegera Komkujiya Helincê meşek li dar xist. Bi sedan şêniyên Eyn Îsa û koçberên kantona Girê Spî beşdarî meşê bûn.

Artêşa Tirk a dagirker di 23`yê Hezîrana 2020`an de bi balafireke bêmirov a biçek mala dayika Emîne Weysî ya li gundê Helincê yê herêma Firatê kir armanc, di encamê de têkoşer Zehra, Hebûn û dayika Emîne şehîd bûn.

Meşê ji Çerxerêya Dispilîna Leşkerî dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şaredariyê ya li naverasta navçeyê ve dewam kir. Beşdaran wêneyên her sê şehîdan (Hebûn Mele Xelîl, Zehra Berkel û dayika Emîne Weysî), wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star û QSD`ê rakirin.

Beşdaran bênavber sloganên “Bijî berxwedana jinan, bijî jina azad, na ji dagirkeriya Tirk re” berz kirin.

Li Çerxerêya Şaredariyê endama Koordînasyona Kongra Star Emîre El-Omer axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina her sê têkoşeran Zehra Berkel, Hebûn û dayika Emîne xwest berxwedana jina azad têk bibe û berxwedana jinan di Şoreşa Rojava de û berxwedana Kobanê ya 2015`an ku dawî li rêxistina terorîst (DAIŞ) aniye, bişkîne."

Emîre bêdengiya civata navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk li dijî jinan şermezar kir û bang lê kir ku li dijî van sûcan bisekine û li ser van sûcan hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

Berdevka Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Eyn Îsa Zehre El-Weys jî wiha axivî: "Gelê Eyn Îsa îro bi armanca redkirina sûcên dagirkeriya Tirk li dijî herêman wan li vir in. Em soza şopandina rêya têkoşerên ku canên xwe di oxira parastina mafên jinan û jiyana birûmet de dane, nû dikin."

Zehra El-Weys bang li civata navneteweyî kir ku li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwaze.

Mitîng bi sloganên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

Bi heman armancê û di çarçoveya hemleya çalakiyan a Koordînasyona Kongra Star li herêma Firatê têkildarî nêzîkbûna salvegera 2`yemîn a Komkujiya Helincê de daye destpêkirin de, endamên Kongra Star li Herêma Firatê îro belavok li saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên kantona Kobanê belav kirin.

Belavok bi sernavên “Na ji kuştina jina siyasetmedra re” bû û tê de behsa têkoşîna şehîdên Yekitiya Jinên Ciwan û şehîdên Komkujiya Helincê hate kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ku duh Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê wêneyên hemû şehîdan li kolanên sereke yên Kobanê daliqandibûn.

(eh)

ANHA