Di şerê çeteyan de li Efrîna dagirkirî kuştî û birîndar hene

Çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî dagirkirî da zanîn ku di şerê di navbera çeteyên Heyet Tehrîr Şam û çeteyên Artêşa Nîştimanî yên girêdayî dagirkeriya Tirk de kuştî û birîndar çêbûne, di nav de zarok hene.

Di şerê çeteyan de li Efrîna dagirkirî kuştî û birîndar hene
Di şerê çeteyan de li Efrîna dagirkirî kuştî û birîndar hene
Di şerê çeteyan de li Efrîna dagirkirî kuştî û birîndar hene
Di şerê çeteyan de li Efrîna dagirkirî kuştî û birîndar hene
Di şerê çeteyan de li Efrîna dagirkirî kuştî û birîndar hene
Di şerê çeteyan de li Efrîna dagirkirî kuştî û birîndar hene
Di şerê çeteyan de li Efrîna dagirkirî kuştî û birîndar hene
19 hezîran, 2022   09:08
ŞEHBA

Şerê di navbera Heyet Tehrîr Şam a bi serkêşiya Ebû Mihemed El-Colanî û çeteyên Artêşa Nîştimanî yên girêdayî dagirkeriya Tirk de li derdora navenda Efrînê û gundên navçeya Şêrawa berdewam e.

Duh ji saetên êvarê de çeteyên “Feyleq Şam” ji gundên Basûfan û Biyê yên navçeya Şêrawa û dergehê Xezawiyê yê di navbera herêmên Efrîn û Idlibê de vekişîn. Li şûna wan çeteyên Heyet Tehrîr Şam cihê bi cih bûn û gundên Şêrawa û navçeya Cindirêsê kontrol bikin û berê xwe dan navenda bajarê Efrînê.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, niha şer li derdora navenda bajarê Efrînê ye û di encama şerê li gundê Kurzêlê yê nêzî Efrînê de birîndar û kuştî hene.

Çavkaniyan diyar kir ku çete di şer de çekên giran bi kar tînin û çeteyên Heyet Tehrîr Şam sewqiyetên leşkerî yên mezin şandin bajarê Efrînê.

Li gorî şopdarên rewşê, artêşa Tirk li ser ketina çeteyên Heyet Tehrîr Şam ji kantona Efrînê ya dagirkirî re erê kiriye.

Vê sibê çavkaniyan ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji bendên xwe yên li derdora navenda bajarê Efrînê vekişiyan û ber bi baregehên xwe yên li hundirê bajêr ve çûn.

Duh bi şev dîmenên ketina çeteyên Heyet Tehrîr Şam navenda navçeya Cindirêsê û gundên wê û çûna ber bi navenda Efrînê ku ji bo destekdayîna çeteyên "Tevgera Ehrar Şam El-Îslamiyê" di şerê li dijî çeteyên "Cebhe El-Şamiyê"  de, hatin belavkirin.

Beriya niha ajansa me nûçeyek li ser bicihbûna çeteyên Heyet Tehrîr Şam "Cebhet El-Nûsra berê" li navçeya Şêrawa ya başûrê navenda bajarê Efrînê ya dagirkirî û li dirêjahiya eniyên şer ên bi hikumeta Şamê re yên li gundewarê rojavayê Helebê re, weşandibû.

KEMBERA REŞ

Di 26`ê Gulana borî de Navenda Ragihandina QSD`ê bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku agahiyên li ser tevgerên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li eniyên şer hatine da wan li di êrişeke muhtemel de bi kar bînin, di daxuyaniya QSD`ê de wiha hatibû gotin:

“Ji hin çavkaniyan gelek rapor hatin ku çeteyên rêxistina (Huras El-Dîn) a terorîst li gundên Kebaşîn û Basûtê yên başûrê Efrînê, her wiha li gelek cihên din ên li eniyên şer ên başûr bi cih bûne. Hemwextî wê yekê çeteyên (Feyleq El-Şam) ji aliyê MÎT`ê ve ji wan gundan hatine derxistine.

Heman çavkaniyan teqez kir ku zêdetirî 300 çeteyên (Heyet Tehrîr El-Şam) li gundên Fafirtîn û Bazîrê bi cih bûne, beriya wê jî çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li gundê Basûfan û herêma Şêx Eqîl ên başûrê Efrînê bi cih bibûn. Ev yek piştî civîna bi serçeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk li bajarê Sermede yê Idlibê bi serpereştiya Tirkiyê, pêk hat. Di civînê de her du aliyan li ser bicihbûna çeteyên (Heyet Tehrîr El-Şam) li eniyên gundewarê bakur û rojhilatê Helebê û hêsankirina tevgerên wan li herêmên Efrîn, Bab û Cerablusê yên dagirkirî, li hev kir.

Bicihbûna nû ya komên terorîst û di serî de (Huras El-Dîn, Heyet Tehrîr El-Şam) di çarçoveya planên dewleta Tirk a avakirina kembera reş a ji terorîstan li eniyên şer ên ji gundewarê başûrê Efrînê û heta tixûbên Minbicê û gundewarê rojavayê Kobanê û bikaranîna wan terorîstan di pêkanîna êrişên muhtemel de, pêk tê.

Bûyerên berê û bi taybet kuştina serçeteyên DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî û Ebû Îbrahîm El-Qureyşî li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, her wiha tevgerên eşkere yên çeteyan bi taybetî terorîstên (Ehrar Şerqiyê) û yên din ên ku gelek sûc pêk anîne, teqez dikin ku dewleta Tirk herêmên dagirkirî kirine cihên ewle yên rêxistinên terorîst. Ji bo rêgirtina li perwerdekirin, fînansekirin û anîna endamên din ên li derveyî herêmên diyarkirî bi cih dibin û di nav de herêmên derveyî Sûriyê, pêwîstî bi tevgereke navneteweyî ya bi lez heye.”

(eh)