Tundiya li dijî penaberê sûrî li Tirkiyê.. kaxizeke siyasî û destpêka projeyeke xeternak e

Bûyerên nîjadperest, kuştin û tundî li hember penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê zêde dibin, nivîskar û rojnamevanekî sûrî jî diyar kir ku AKP û partiyên din ên Tirkiyê penaberên sûrî weke kaxizên siyasî bi kar tînin.

Tundiya li dijî penaberê sûrî li Tirkiyê.. kaxizeke siyasî û destpêka projeyeke xeternak e
19 hezîran, 2022   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Di demekê de ku serokê dewleta Tirk a dagirker behsa bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî dike, nîjadperestiya welatiyên Tirk li hember penaberên sûrî zêde dibe.

Çavdêr diyar kirin ku nîjadperestiya li hember penaberên Sûriyê di vê demê de bi armanca pêkanîna planên Erdogan ên projeya "herêma ewle" ye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) beriya çend rojan ragihandibû ku penaberekî sûrî ji bajarê Humsê bi navê Sultan Recûb dema li meydana Teqsîmê ya Stenbolê li ser karê xwe bû, li ser destê welatiyekî Tirk ve bi kêrê hate kuştin.

Beriya wê bi hefteyekê, penaberekî sûrî ji gundê Hefserce yê rojavayê Idlibê bi guleyan bi destê ciwanên Tirk li taxa Asnler a Stenbolê hatibû kuştin.

Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê nîjadperestekî tirk, li jineke temenmezin a sûrî xist bi hiceta ku zarokan direvîne.

Nîjadperestiya li hember penaberên sûrî yên li Tirkiyê dimînin bi awayekî sîstematîk tê meşandin û zêde dibin.

Penaberên sûrî yên li Tirkiyê teqez kirin ku ev sûcên li hember wan tê kirin, ne reftarî yan jî tevgerên tekekesî ne, lê belê bi awayekî bi rêxistinkirî û sîstematîk pêk tên. Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk jî ji eger û sedemên van bûyeran piştrast nabe.

Rêveberiya Giştî ya Koçberiyê ya dewleta Tirk ragihand ku ji destpêka meha Tîrmeha borî ve rêjeya penaberên biyanî li hin herêm û taxan ji sedî 25 daketiye ji sedî 20. Her wiha hejmara taxên ku penaberan qebûl nakin ji 751 taxan gihiştiye hezar û 200 taxan.

Wezîrê karên hundirê dewleta Tirk Suleyman Soylu beriya niha rê dabû ajokeran ku belgeyên penaberan bişopînin dema diçin wîlayetên din.

Li gor bîlançoya nû ya Rêveberiya Giştî ya Koçberiyê ya dewleta Tirk hejmara penaberên sûrî yên li Tirkiyê 3 milyon û 627 hezar penaber e, di nava wan de 59 hezar û 85 penaber di nava kampan de dimînin.

Di bîlançoyê de tê gotin ku bajarê herî zêde penaberên sûrî xwe lê girtine Stenbol e, ku li wî bajarî 511 hezar û 498 penaberên sûrî hene, piştre Gazî Entab 452 hezar û 420 penaber û li Hatay 436 hezar û 384 penaberên sûrî hene.

"SÛCÊ HERÎ MEZIN KU TU SÛRÎ YE"

Çalakvanên medya dîcîtal bêdengiya hikumeta demkî ya Sûriyê ku girêdayî dewleta Tirk a dagirker e li hember wan sûcan rexne kirin. Yek ji wan got: "Her kes li ser kursiyê xwe ditirse, hemû ji bo diziyê hatine."

Kesekî din jî got: "Xuyaye sûcê herî mezin li Tirkiyê ku tu welatiyekî sûrî yî."

Di heman demê de kesekî din ev pirs kir: "Gelo çarenûsa wan kujeran çi ye? Em dibihîsin ku ew tên girtin lê em nabihîzin ku hatine darizandin?”

`PENABERÊN SÛRÎ WEKE BERPIRSYARÊN TÊKÇÛNA ABORÎ DIBÎNIN`

Nivîskar û rojnamevanê sûrî Seêr El-Zazû der barê vê mijarê de ji ajansa me re axivî û got:"Bûyerên nîjadperestî yên rastî penaberên sûrî tê, reftarekî normal e, ji ber ku penaberên sûrî weke kaxizeke siyasî di destê partiyan de tên bikaranîn, mijar di pêşwazîkirina penaberan de dest pê kir. Wê  demê Erdogan penaberên sûrî weke Muhacîr bi nav kir û gelê Tirkiyê dê Ensarên wan bin. Erdogan xwest li ser hestên olî û dîrokî bilîze, lê tu qanûnek ji bo bicihkirin wan û birêxistinkirina karûbarên wan tune ye."

Her wiha ev tişt anî ziman: "Zêdebûna van bûyeran bi bilindbûna dengê rastgirên netewperest ên Tirk ve girêdayî ye, ew hewl didin zextê di hilbijartinên bê de bikin û penaberên sûrî weke berpirsên têkçûna aborî nîşan bidin, tevî ku penaberên sûrî kar dikin û aboriya Tirkiyê geş dikin."

Beriya niha nivîskarê Sûrî Ehmed El-Dirzî di vê çarçoveyê de ji ajansa me re gotibû:"Nîjadperestiya li Tirkiyê li hember penaberên sûrî eşkere ye û dê kûrtir bibe, partiyên Tirk ji ber sedemên siyasî di navbera AKP û partiyên din de ku dixwazin têkliyên xwe bi Sûriyê re nû bikin û penaberan vegerînin Sûriyê da zexta li ser aboriya Tirkiyê kêm bibe, penaberên sûrî îstîsmar dikin."

`PEOJEYA ERDOGAN LI DIJÎ MFÊN KOÇBERAN E`

Piştî desthilata Tirkiyê gelek tedbîr girtin da ku tevgera sûriyan di Tirkiyê de sînordar bike, bi taybet têkildarî mayîn, kar û rawestandina eleqedariya tendursitiyê û kertên demkî yên parastinê, li rex wê, bûyerên tundiyê, kuştina bizanabûn, nehiştina dewleta Tirk ku penaberên sûrî cejnê li Sûriyê derbas bikin,  Erdogan projeyeke din têkildarî dosyaya penaberan pêşkêş kir.

Erdogan di 3 Gulana borî de behsa amadekariyên bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî kir û dê ev projeya bi navnîşan “Vegera dildarî” be û bi fînanseya rêxistinên tirkî û navneteweyî be.

El-Zazû der barê vê yekê de got:"Projeya Erdogan mezin e, bi wê re hemleyeke propagandayê destpê kir, aliyên sûrî yên ser bi Tirkiyê ve jî tev lê bûn, tevî ku ev proje li dijî mafên penaberan e, ji ber ku rewşa li Sûriyê ne aram e û metirsiyên mezin hene."

Komîteya Lêpirsînê ya NY`ê ya Sûriyê di rapora xwe ya 24 Îlona 2021'an de gotibû ku Sûriyê ji bo vegerê ne armanc e.

El-Zazû di vê çarçoveyê de got:"Dibe ku ev yek pêk bê, ji ber ku penaberên sûrî yên li Tirkiyê ne weke penaber li wir in. Erdogan gelek caran li hember Ewropayê penaberên sûrî bi kar aniye, bi rêya penaberan alîkariyan ji Ewropa û cîhanê digire, Erdogan her dem der barê hejmara penaberan û pereyên ku qaşo li wan belav dike de derewan dike."

Nivîskar û rojnamevanê sûrî Seêr El-Zazû di dawiyê de got: "Hemû penaberên Sûriyê kar dikin û dewleta Tirk tiştekî li ser wan xerc nake."

(şt)

ANHA