Federasyona Birîndarên Şer tev li çalakiya eşîrên Tebqayê bû

Federasyona Birîndarên Şer a Tebqayê tevli çalakiya konvedanê ya "Sekna êlan" a Tebqayê bû û got, dewleta Tirk a ku divê navê wê têkeve lîsteya terorê ji ber ew berpirsa belavbûna terorê li cîhanê ye.

Federasyona Birîndarên Şer tev li çalakiya eşîrên Tebqayê bû
18 hezîran, 2022   18:16
TEBQA

Federasyona Birîndarên Şer a Tebqayê îro tev li roja yekemîn a çalakiya "Sekna êlan" bû ku ji aliyê eşîrên Tebqa û gundewarên wê ve hatiye lidarxistin. Konê çalakiyê bi armanca destekdayîna QSD`ê û sekna li hember êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker, hatiye vedan.

Federasyonê di bin konê çalakiyê de daxuyaniye da. Daxuyanî ji aliyê endamê wê Elî El-Hemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku birîndarên şer êrişên dewleta Tirk şermezar dikin.

Her wiha di daxuyaniyê de behsa tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk li ser welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin û hate gotin, hemû sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne di nava bêdengiya navneteweyî de û li beramber çavên cîhanê tê kirin.

Fedrasyona Birîndarên Şer banga derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê kir û teqez kir ku ya ku divê navê wê têkeve lîsteya terorê dewleta Tirk û AKP`ê ne ji ber ew terorê li cîhanê belav dikin.

Di dawiyê de Fedrasyona Birîndarên Şer bang li civata navneteweyî kir ku itîrafê bi projeya Rêveberiya Xweser û hemû pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Konê çalakiyê dê heta sibe dewam bike.

(bx)

ANHA